Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Salih Muslim bi rêveriya YNK’ê hevdîtin pêk anî

30.12.2012
Hewlêr - Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) û Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi Polîtburoya endamên YNK’ê re hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtin û serdanên Hevserokê Giştî yê PYD û Endamê DBK’ê Salih Muslim li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Salih îro li Hewlêrê bi endamên Polutburoya YNK’ê Kusret Resûl, Berhem Salih, Edanan Muftî, Rifat Ebdullah û Arez Ebdullah re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin saet di 12.30 de dest pê kir û bi qasî saetekê berdewam kir. Hat diyarkirin ku hevdîtin bi awayeke erênî derbas bûye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di hevdîtinê de mijara deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ku demek dirêj e tê gotin ku dê vebe, lê heta niha venebûye de nîqaş hatin kirin.

Muslim derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek kurt da û da zanîn ku wana derbarê mijarê de bi Hukûmeta Herêmê re li hev kirine, lê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî heta niha derî nehatiye vekirin. Her wiha, Muslim da zanîn ku di hevdîtinê de bi awayeke giştî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.


ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 302 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: