28.12.2012
Silêmanî -
Hevserokê PYD’ê û Endemê Desteya Bilind ya Kurd Salih Muslim tevî
heyeta pêre duh li bajarê Silêmaniyê bi endamê Meclîsa YNK’ê Mele
Bextiyar re hevditin pêkanî.
Li Silêmaniyê evara duh Hevserokê
Partiya Yeketiya Demokratîk PYD’ê û endamê Desteya Bilind ya Kurd Salih
Muslim tevî heyeta pêre bi endamê Mekteba Siyasî ya Yeketiya Niştimanê
Kurdistan YNK’ê Mele Bextiyar re hevdîtinek pêkanî. Hevdîtin ji
çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî hevdîtin bidawî bû, Hevserokê PYD’ê
Salih Muslim di derbarê hevdîtinê de daxuyanî da. Muslim da zanîn ku, ew
pir caran hatine serdana Herêma Kurdistanê û wiha berdewam kir; "Ev
hevdîtina me ya bi endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar re
pêkhatî, li ser mijara vekirina deriyê sînor û piştgiriya ji bo gelê
rojavayê Kurdistanê bû”
Muslim diyar kir ku, ew bi wê hevdîtinê
keyfxweşe û wiha got;” Ji bo vekirina deriyê sînor yê di navbera Rojava û
Başûrê Kurdistanê de û çareserkirina pirsgirêkên aborî yên gelê rojava
ev hevdîtine hate pêkanîn û em bi hêvîne ku ev hevdîtin wê çareseriyek
mayînde peyda bike.” Beriya kû hevdîtin destpê bike ji aliyê endamê
mekteba siyasî yê YNK’ê Mele Bextiyar ve di derbarê rewşa tenduristiya
serokomarê Êraqê Celal Talebanî de agahî ji Muslim re hate dayîn.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim wê îro di demjimêr 09.00’an bi Serokê
Partiya Goran Nûşîrwan Mistefa re hevdîtinê pêkbîne.
Wê hevditinên Muslim yên Başûrê Kurdistanê berdewam bikin
ANF