Bi taybetî di rojeva gelê kurd de, bi giştî jî di rojeva Rojhilata
Navîn de bûyerên gelekî girîng diqewimin. Lê ez dixwazim li ser mijarekê
ku di rojevê de zêde cih nagire binivîsim. Ji ber ku di rojeva min de
gelekî cih digire. Ew jî ew e, bandora zimanên din an jî bandora zimanê
tirkî ya li ser zimanê kurdî ye.
Bi giştî çapemeniya me bi tercume û wergerê karê xwe dimeşîne. Her tişt
heta astekê kêrhatî ye, lê dema ji sînorê xwe bihurî yan jî ji hedê xwe
derbas bû, êdî kêrhatî nabe, berevajî bêkêr dibe û zirarê dide. Werger
jî heta astekê kêrhatî ye, lê rêjeya wê zêde bibe, êdî zirarê dide. Ji
ber ku Kurdistan di warê maddî û manewî de hatiye dagirkirin, aşê
asîmîlasyonê xurt digere. Ewqasî xurt û bihêz digere, em gelek caran
wekî qirkirinê jî bi nav dikin û ev bi navkirin jî di cih de ye. Em
hinek kêm û hinek jî zêde para xwe ji vê helandinê digirin.
Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji her demê zêdetir bûye û ev
cihê kêfxweşiyê ye. Lê cihê xemê ye, kurdiya tê bi karanîn gelek
deformebûyî ye. Mebesta min ji vê gotinê ew e, di hevoksaziya kurdî de
pirsgirêk heye. Dema hevok têne danîn, ne li gorî kurdî, lê bêhtir li
gorî tirkî têne danîn. Ev jî dibe sedem ku yên bi rastî bi kurdî
mezinbûne, ji hevokan fêhm nekin. Ya din jî gelek gotin an şaş têne bi
karanîn an jî lihevçêkirî ne. Bêguman ez ê hinek nimûne û mînakan bidim.
Ev mijareke gelekî berfireh e, û berê jî min dûvdirêj li ser nivîsî ye.
Lê ez ê niha ji bo merama xwe bi tenê çend mînakan bidim. Çend roj berê
min li bernameyeke televîzyonê temaşe û guhdarî dikir. Mêvanê bernameyê
digot "me kurdan ji zû ve bingehê xwe avêtî ye.” Bi qasî ku ez zanim
kurd bingeh û hîm datînin. Lê di zimanê tirkî de tê avêtin. Beşekî kurd
ji bo Destûra Bingehîn gotina "makeqanûn” bi kar tînin. Li vir ne bi
tenê pirsgirêkek çend pirsgirêk bi hev re hene. Yek, ev gotin ji tirkî
hatiye tercumekirin û şaş hatiye wergerandin. Ji "Anayasaya” tirkî
hatiye tercume kirin. Tirkan berî vê gotinê "Qanûnî Esasiye” bi kar
dianîn. Li vir "Ana” bi maneya "Esas” e, ne bi maneya "Anne” ye. Dîsa bi
qasî ku ez zanim gotina "zagon” ji Rûsî derbasî kurdî bûye û temenê wê
yê di nava kurdî de gelekî biçûk e. Gotina "qanûnê” gotineke
Mezopotamyayî û gelekî kevn e. Her çiqasî ji bo gotina "qanûnê” grekî jî
bê gotin, ez gotinên bi vî rengî malê her kesî dibînim. Gotina
"Destûrê” gotineke kevn e, û bi awayekî belav tê bi karanîn û hewce nake
mirov kurdî ji hev dûr bixe. Di van rojan de gotina "pevçûnê” gelekî tê
bi karanîn, lê mixabin şaş tê bi karanîn. Her kesê bi kurdî mezinbûyî
baş zane ku "pevçûn” bi maneya bi hev ketinê ye.
Tu li nûçeyan temaşe dike, dibêjin, "pevçûnên li Sûriyeyê dewam dikin”
hey malneket ma li Sûriyeyê şer heye yan jî pevçûn. Hinekî zehmet bike û
ji diya xwe bipirse. Hînê gelek mînakên din hene, mirov balê bikişîne
ser, lê cihê ji nivîsa min re hatiye veqetandin tijî dibe. Min tenê
xwest careke din balê bikişînim ser girîngiya rewşê û bibêjim, divê
mirov li ser qalib û formên kurdî bisekine û girîngiyê bidiyê. Naxwe em ê
bibin ew kesên, bi gotinên kurdî, lê bi qalibên tirkî diaxivin.
ji Azadiya Welat