Piştî avakirina hêzên asayîşê ya ser bi Destya Bilind a Kurdî, her weha
bo temamkirina avakirina sazî û dazgehên ewlehiyê li bajarê Qamişlo,
navendên ewlekariya sivîl (Hêzên Polîs) hatin avakirin.
Li gor
nûçeyeke ajansa Firatê belavkiriye ku piştî avakirina hêzên asayîşê li
bajarê Qamişlo berya çend heyvan bo parastina ewlehiya bajêr û nehêştina
tawan û saxlamkirina asayîşa nava bajêr, îro jî avakirina navendên
ewlehiya sivîl ku bi navê (Polîs) tê binavkirin hatiye ragihandin.
Li
gor nûçeyê erkê vê hêzê wê parastina bazar û mal û mulkê xelkê
Qamişloyê li nava bajêr be û her weha bo rêxistina hatin û çûna û
tirafîkên di nava bajêr de in.
Cîgirê navenda ewlehiya sivîl
(Polîs) Mihemed Omer di vê derbarê de ji Firatê re ragihandiye ku, ev
dazgeha wan ser bi rêxistina civata gel a bazara Qamişloyêye û hatûçûna
tîmên wan wê bi roj li nava bajêr bin û bi şev jî hêzên asayîşê cihê wan
digrin. Her weha karê wan ya serekî jî parastina bajêr e.
Xendan