25.12.2012
Dêrika Hemko -
Gelê Rojavayê Kurdistanê yê ku xwest girtina deriyê sînor û embargoya
li ser Rojavayê Kurdistanê bê rakirin, meşiya ser sînorê Başûrê
Kurdistanê. Nêzî 150 kesên ku li gundên Durgurka û Kelhê Deham kom bûn
ber bi sînor ve meşiyan, lê li rastî gulebarana Hêzên Pêşmerge yên
girêdayî PDK’ê hatin. Di encamê de gundiyek birîndar bû. Hêjayê gotinê
ye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê dabû diyarkirin ku deriyê sînor
nehatiye girtin.
Gelê gundên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê
xwestin helwesta girtina sînor û embargoya li ser Rojavayê Kurdistanê ya
ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê protesto bikin. Li gorî agahiyên ji
çavkaniyên herêmî hatine girtin, bi sedan kesên ji gundên derdora Dêrika
Hemko, saet di 13.30 de li gundê Kelhê Dehamê kom bûn û beşiyan sînor.
Kurdistaniyan dan zanîn ku ew sînor nas nakin û xwestin derbas bibin. Lê
li rastî astengiya pêşmergeyan hatin. Di encama gulebarana pêşmergeyan
de gundiyê bi navê Îbrahîm Elî birîndar bû.
Ji ber ku deriyê
sînor hatiye girtin, gelê Rojavayê Kurdistanê bi tengasiyên aboriyê re
rû bi rû ye. Bi taybet ji ber hatina zivistanê, sotemenî li Rojavayê
Kurdistanê peyda nabe.
Li hemberî nerazîbûna raya giştî û nûçeyên
derbarê girtina sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, Dîwana
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û got: "Nûçe û
nirxandinên ku di hinek rojnameyan de hatine belavkirin ku wekî ku
sînorê di navbera Herêma Kurdistan û Kurdistana Sûriyeyê de hatiye
girtin, rê nade hatûçûna gel û alîkariya mirovî hatiye qutkirin, ne rast
in.”
Lê beriya niha gelek rayedarên Rojavayê Kurdistanê derbarê
mijarê de daxuyanî dan û bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kirin ku
deriyê sînor vebikin. Herî dawî, Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK)
Ehmed Silêman, derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wana
ji Başûrê Kurdistanê xwetiye ku deriyê sînor vebikin, lê heta niha tu
bersivek nedane vê banga wan. Silêman bal kişand ser pirsgirêkên jiyanî
yên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku rewş pir xirab
Her
wiha, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 18’ê berfanbarê bi
şandeya KCD’ê ya bi serokatiya Hevseroka Giştî ya KCD’ê hatibû Başûrê
Kurdistanê, re hevdîtinek pêk anî. KCD’ê mijara sînor anî rojeva
hevdîtinê. Barzanî jî diyar kir ku ji ber partiyên kurd di nava xwe de
nabin yek û li hev nakin deriyê sînor venabe. Barzanî, anî ziman ku ger
bê xwestin dikarin di navbera Çemê Dîcleyê û Gundê Qahirê yê Dihokê derî
vekin.
ANF