02.01.2013
Dêrka Hemko - Pêşmergeyên
Hukûmeta Başûrê Kurdistanê sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê
bi têlan digere. Nûçegihanê me li Herêma Koçerat ya Dêrikê diyar kir
ku, herêma sînor ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ji duh ve ji
alî hêzên pêşmergeyan ve bi têlan tê girtin.
Li di van rojên ku
gelê Rojava li benda vekirina derî bû, rêveberiya herêma Başûrê
Kurdistanê biryareke balkêş da. Hat zanîn ku li herêma Koçera, hêzên
pêşmerge doh bi têlên rêsayî herêma di navbera Başûr û Rojavayê
Kurdistanê de bi temamî girtin. Li gorî biryara rêveberiya herêmê, têlên
rêsayî ji gundê Tawûsê û heta ava Dîcle wê werin bicihkirin..
Yek
ji pêşmergeyên ku li herêma sînor e ji Ajansa Nûçeya a Firatê re axivî û
da zanîn ku wan li gorî ferman û plana rêveberên herêma Başûrê
Kurdistanê xebatên danîna têlan destpê kirine. Bi vî awayî, ji sala
1968'an ve, cara yekemîn di navbera Başûrê û Rojavayê Kurdistanê de
têlên rêsayî tên bicihkirin.
Li ser pirsa, çima herêm bi têlên
rêzayî tê girtin, heman pêşmergeyî weha got: "Rayedarên herêmê ji me re
gotin ku bi danîna têlên rêsayî ew ê derbaskirina Başûrê Kudistanê
asteng bikin."
Girtina deriyê sînor ji aliyê hukûmeta Başûrê
Kurdistanê ve, dawiya sala 2012'an rê li ber gelek pirsgirêkên jiyanî û
aborî li Rojava vekir. Tevî hemû hewldanan jî, deriyê sînor nehat
vekirin..
Herî dawî ji ber zêdebûna nerazîbûnên gelê Rojavayê
Kurdistanê, rêveberiya hukûmeta herêma Başûr, neçar me ku bi Desteya
Bilind a Kurd re hevdîtinekê pêk bîne. Di encama vê hevdîtinê de soz
hatibû dayîn ku di nava demeke kurt de deriyê herêma di navbera Başûrê û
Rojava de were vekirin.
ANF