01.01.2013
Berlîn - Parlamenterê
Kurd ê Iraqê Dr. Mehmûd Osman ji hikûmeta Hewlêrê xwest ku deriyê sînor
ê Rojavayê Kurdistanê veke û vê bangê kir: " Divê Kurd li Kurdan deriyê
xwe negirin. Di dema raperîna Başûr de tu dewletê cîran derî
negirtibûn." Osman, bersiva pirsên ANF'yê da û diyar kir ku kêşeyên di
nava Hewlêr û Bexdayê de ji ber nebûna diyalogê rû didin. Osman,
hewldanên AKP'yê yê dawî jî wisa nirxand: "Niyeta Erdogan tûne ye ku
pirsgirêka Kurd çareser bike, tiştên dibêje tev xapînok in."
Ji
bo kêşêyên di nav bera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de
çareser bibin, hefteya borî li Bexdayê tevlîbûna her du aliyan civînek
hatibû li dar xistin. Civîna duyemîn jî wê îro li Hewlêrê pêk were. Çav
li rê ye ku her du alî ji bo çareseriyê hevpeymanekî mor bikin. Hêjayê
gotinê ku serkirdariya hêzen pêşmerge û wezîrê hindûr ê Iraqê wê tevlî
vê kombûnê bibin.
Lê belê berî çend rojan sekreterê polîtburoya
PDK'ê Fazil Miranî diyar kiribû ew ê hêzên xwe yên pêşmergeyan ji
herêmên Kurdistanî ku nakevin xaka Herêma Kurdistana Federal paşve
nekşinîn. Ev herêm di navbera Hewlêr û Bexdayê de yek ji pirsgirêkên
herî mezin e. Li gorî endamê parlamentoya Iraqê Mehmûd Osman, mesele ne
tenê mesela ku 'gelo pêşmerge dê li ku derê be' ye.
'HER SÊ PIRSGIRÊK JÎ DIKARIN BÊN ÇARESERKIRIN'
Mehmûd
Osman pirsgirêkên niha di navbera her du rêveberiyan de hene wiha rêz
kir; Sînorê Herêma Kurdistanê ku divê li gorî xala 140 were diyarkirin,
pirsgirêka Kerkûkê jî dikeve navê vê, hêzên pêşmerge wê girêdayî kû derê
bin û parvekirina hatinên Kurdistanê. Li gorî Osman, ev hemû jî ne
pirsgirêkên dijwar in û dikarin bên çareserkirin.
Osman diyar kir
ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, ji ber nebûna
diyalogê rû didin û her du aliyan jî rexne kir. Parlamenterê Kurd
destnîşan kir ku her du alî jî, ji vê rewşê berpirsyar in û wiha axivî:
"Miheqeq
payê hikûmeta Malikî zêde ye, ji ber ku yê herî desthilatdar ew in.
Herwiha rêveberiya Kurd jî ev çend sal e xemsar e û di nava salan de
alozî kûrtir bûn. Di sala 2012'an de di nava her du aliyan de tu
hevdîtin çênebûn. Ez hêvidar im di sala 2013'an ev rewş bê guhertin, her
du divê kêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Mesele ne eskerî
ye, mesele siyasî û divê siyasetmedar çareser bikin.
Di vê rewşê
de helwestên Malikî yên negatif jî hene. Malikî bi hevkirina Kurd, Sunnî
û Şiîyan hate ser text, lê niha, komên Şiî jî di nav de, herkes jê ne
razî ye. Mirov nikare bêje; ew serokwezîrekî serkeftî ye. Herwiha
helwesta Dewletên Yekbûyî yê Amerîka jî xirab e. Ew hê li Iraqê bûn, ev
kêşe hebûn, lê xemsar man."
'MAM CELAL JI KOMEYÊ DERKET'
Mehmûd
Osman di derbarê tendûristaya serokkomarê Iraqê yê Kurd Celal Talabanî
jî agahî dan û diyar kir ku rewşa wî niha ber bi başbûnê ve diçe û wiha
axivî: "Li gorî agahiyên me wergirtî Mam Celal ji komayê derketiye.
Hêvîdar im ku di demekî kurt de vegere ser text. Jixwe eger nikaribe
wezîfeya pêk bîne, wê parlamento serokkomarekî nû hilbijêre. Lê belê ji
bo nîqaşekî wisa hê zû ye."
'DIVÊ DERIYÊ ROJAVA NEYÊ GIRTIN'
Osman,
girtina deriyê sînor ê Rojavayê Kurdistanê jî rexne kir û ji hikûmeta
Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku vî deriyê veke. Osman, diyar kir mafê tu
kesî tune ye vî deriyî bigire û wiha axivî:
"Dema gelê Başûr ji
zilma Seddam reviyan û xwe avêtên sînorên ciranan, ne Tirkiye, ne Îran û
ne jî Sûriyeyê deriyê xwe girtibû. Dema ku dewletên ciran tiştekî wisa
nekiribin, nexwe çawa Kurd li Kurdan derî girtin. Kurdên Sûriyeyê jî
divê yekîtiya xwe xûrt bikin, daku bikaribin mafên xwe werbigrin.
'NIYETA ÇARESERIYÊ YA ERDOGAN TUNEYE'
Siyasetmedarê
xwedî ezmûn Mehmûd Osman li ser nêzikatiya hikûmeta AKP'ê û niqaşên
derbarê hewldanên çareseriya Kurd jî wiha axivî: "Divê em ji bîr nekin
hikûmeta Tirk dijberê Kurd e û ji bo çareseriyê niyetekî Erdogan jî
tuneye. Tiştê dibêje tev xapinok in. Dibêjin 'bila PKK dev ji çek berde û
derkeve'. Heya çareserî çênebe, tiştekî wisa divê qet nebe."
ANF