30.01.2013
Li Serêkaniyê şervanên Yekîneyên
Parastina Gel (YPG) bermîleke mayin ji TNT'ê ku komên çete di dêrê de bi cî
kiribûn betalkirin. Herwiha di pevçûnên îro de li Taxa Mehetê çekdarek mir 7
birîndar bûn.
Şervanên YPG'ê ku komên çete ji dêrê
derxistibûn, îro şervanên YPG'ê rastî bermîla TNT'ê ku komên çete di dêrê de bi
cî kiribûn hatin. Şervanên YPG'ê bermîla TNT'ê tevî hemû zehmetiyan jî betal
kirn.
Her wiha çavkaniyên
YPG'ê diyar kirin ku îro di navbera şervanên YPG'ê û komên çete de li taxa
Mehetê pevçûn rûdan. Di encamê de çekdarek hate kuştin û 7'ê din birîndar bûn. Li
Serêkaniyê hê jî çarcaran pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û komên çekdar de rûdidin.
ANF