29.12.2012
Amûdê -
Meclîsa Daîmî ya Rojavayê Kurdistanê "Qanûnên Xwesertiya Demokratîk a
Rojava” derdixe. Li gorî vê qanûna sivîl a ku bi armanca jiholêrakirina
newekheviya civakî, tê derxistin, zewca bi darê zorê û di temenê biçûk
de, zewaca pirjinî, wergirtina next tên qedexekirin.
3’yemîn
Kongreya Asayî ya Meclîsa Daîmî ya Rojavayê Kurdistanê di roja duwemîn
de berdewam dike. Di civînê de gelek mijarên giring mîna ewlehî,
rêxistin,zagonên zindanan, gumrik, sîstema dadgehên gel û edaleta di
roja yekem a civînê de hatin nîqaşkirin.
Civîn di roja xwe ya
duyemîn de, di nîqaşkirina li ser mafê jinan ya rewa hate destpêkirin.
Di nîqaş û danûstandinên ku li ser mafên jinan hate lidarxistin. Hate
diyarkirin ku azadiya jinan misoger kirina azadiya civakê ye, Malbata
Demokratîk a ku desthiladariya napejirîne, nûnertiya civaka azad dike û
cîgirtina jinan di ciyê xwe yê rewa de di civînê de hate nîqaşkirin û ev
biryar derbarê jinan de îro hatin standin ev in:
-Nabe ku keçên biçûk, beriya temenê 18 salan were zewcandin.
-Mafê jinan heye ku hevserê xwe hilbejêre, nabe bi darê zorê were zewicandin..
-Zewicandina berdêlî hate qedexekirin.
- Anîna ji jinekê zêdetir qedexe ye (pirjinî)
-Nextê (qelen) wek nirxê jinan hate rakirin. Li şûna wê her dû alî bi hevbeşî pêdiviyên jiyanê temîn bikin.
-Di parvekirin mîras de ti cudahî di navbera zayendan de tine ye
-Mafê jinan heye ku di hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigire.
Civîna sêyemîn a meclisa dayimî ku heya niha didome, niha ketiye nîqaşa
zagona cezayêde û tê payin ku civîn îro karê xwe bi dawî bike.
PÊNAVA 19’Ê TÎRMEHÊ
Ji
pêvajoya 19’ê Tîrmehê ve gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên
xwe mezin dike. Di vê çarçoveyê de di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya
şoreşê ku paşerojek wê ya dehan salan heye, pêngavek din pêşve bir û
rêveberiyên bajaran girtin destê xwe. Roja 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê
gel hêzên rejîmê ji bajêr derxistin, piştî Kobanê li Efrîn, Serêkaniyê,
Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Tiltemir rêveberiyên
bajaran hatin bidestxistin. Her wiha li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb,
Rakka û Hesekê jî li taxên ku piranî kurd lê dijîn, hêzên rejîmê hatin
derxistin. Li bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo hêzên
rejîmê hîn nehatine derxistin, lê ji bilî avahiyê fermî yên rejîmê, hemû
bajar di destê gel de ye.
HÊZA PARASTINÊ HATE XURTKIRIN
Li
destxistina rêveberiyên bajaran re kurdan xeta parastinê jî xurt kir.
Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di 2004’an de dest
bi xebatên wê hatibû kirin û di sala 2011’an de bi awayekî fermî hatibû
îlankirin, lez da xebatên birêxistinkirinê. Li tevahiya sînorên Rojavayê
Kurdistanê yekîneyên YPG’ê hatin bicîhkirin û li dijî êrîşan jî
destkeftiyên herêmê parastin.
RÊVEBERIYÊN XWESER HATIN AVAKIRIN
Li
aliyê din li bajarên hatine bidestxistin, dest bi avakirina sîstema nû
hate kirin. Siyaseta kurdan ku sîstema xwe wekî "xweseriya demokratîk”
binav kir, di vê çarçoveyê de li bajar û gundan meclîsên gel ava kirin.
Her wiha xebatên avakirin hemû lingên xweseriya demokratîk hatin
destpêkirin. Heta niha li 10 bajarên Rojavayê Kurdistanê (Dêrik, Girkê
Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir,
Kobanê, Efrîn) û 3 bajarên Sûriyeyê (Heleb, Rakka û Hesekê) "Meclîsên
Gel” hatine avakirin. Girêdayî van meclîsan jî li her taxekê "Malên Gel”
û "melîsên taxan” hatin avakirin. Ji bo her çend gundan jî "Meclîsa
Gel” hate avakirin. Piştî avakirina van meclîsan êdî gelên herêmê hemû
pirsgirêkên xwe anîn van navendan.
PERWERDE, ZIMAN Û ÇAND
Ji
bo gel sîstema xweseriyê baş fêm bike û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser
bike, xebatên perwerdehiyê hatin meşandin. Ji bo vê yekê jî akademiyên
perwerdehiyê li gelek bajaran hatin vekirin û bênavber perwerde hate
dayîn. Ev perwerde hîn jî didomin. Li aliyê din ji bo perwerdeya zimanê
zikmakî jî, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate avakirin û dest bi
perwerdeyan hate kirin. Di vê çarçoveyê de li tevahiya Rojavayê
Kurdistanê zêdetirî 100 dibistanan hatin vekirin. Nêzî hezar mamoste
hatin gihandin û bi hezaran zarok û welatî di perwerdeya zimanê zikmakî
de hatin derbaskirin. Her wiha cara yekemîn li dibistanên fermî yên
rejîmê dersên zimanê kurdî, bi zora gel hatin dayîn. Di warê çandê ku
dîrokek dewlemend heye de jî, birêxistinek berbiçav derketiye holê. Li
bajarên wekî Qamişlo, Dêrik, Amudê, Heleb, Efrîn û Kobanê navendê çand û
hunerê hatine avakirin û di her beşên çandê de xebat tên meşandin.
KOMÎTEYÊN EDALET Û XIZMETÊ
Ji
bo pêşwazîkirina pêdiviyên civakî, her wiha çareserkirin pirsgirêkên
aborî û dadwerî komîte hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de ji bilî
Komîteya Xizmetên Civakî ya Desteya Bilind, girêdayî her meclîsekê
komîteyên xizmetê û sulhê hatine avakirin. Li dijî sîstema hiqûqê ya
dewletê jî Komîteya Edaletê hatiye avakirin. Ev komîte jî li bajaran
sîstema edaletê û exlaqê didin runiştandin. Êdî hemû gel pirsgirêkên xwe
tîne cem van komîteyan. Herî dawiyê jî girêdayî Desteya Bilind Komîteya
Sulh û Edaletê hate avakirin. Ev komîte jî wekî sîwaneya hemû komîteyên
din ê edaletê ye.
ABORÎ Û TENDURISTÎ
Di rewşa niha de,
ji ber ambargoyên tên meşandin, li herêmê pirsgirêkên aborî û tenduristî
tên jiyandin. Bi taybetî pêdiviyên jiyanî yên wekî xwarin, vexwarin,
sotemenî û dermanan pir kêm bûne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan
jî, Dibin banê Desteya Bilind de komîte hatine avakirin. Li aliyê din ji
bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê Komîteya Tenduristiyê hatiye
avakirin û li tevahiya bajaran xwe birêxistin kiriye. Ji bo alîkariyên
civakî û girtina alîkariyên ji derve tên jî Saziya Heyva Sor a Kurd hate
avakirin.
Piştî van geşedan û pêşveçûnan siyaseda kurd, êdî
sîstema xwe hîn pêşvetir dibe û fermî dike. Di vê çarçoveyê de, ji
parastinê heta meclîsan û hemû saziyên din zagonên xwe amade dikin. Dîsa
saziyên civakî û fikir û ramanê tên avakirin. Çav li rê ye ku di rojên
pêş de di vî warî de pêngavên girîng bêne avêtin.
ANF