01.01.2013
Qamişlo - Endamê
Desteya Daîmî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso,
destnîşan kir zagonên ku wan di civîna Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê
de derxistine, di riya avakirian sîstema xweseriya demokratîk de
pêngaveke dîrokî ye û got ku ev biryar dikevin meriyetê.
Endamê
Desteya Daîmî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, derbarê
zagonên ku di civîna Meclîsa Daîmî ya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê
(MGRK) de ji bo avakirina sîstema xweseriya demokratîk hatine derxistin
de bersiv da pirsên ANF’ê.
Xerîb Hiso derbarê naverok û nîşaşên
civînê de ev agahî da: "Civîna Meclisa Daîmî ya MGRK'ê ya sêyemîn bû ku
hate lidarxistin. Dikarim bêjim civîneke dîrokî bû. Zagon û biryarên ku
hatin standin ji bo Rojavayê Kurdistanê pir giring bûn. Di civînê de
rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û bi taybet a Rojavayê
kurdistanê hate nîqaşkirin. Bi awayekî berfireh rewşa tundiya ku di
Sûriyeyê de heye hate guftûgokirin. Ji xwe rapora Serokatiya Meclisa Gel
a Rojavayê Kurdistanên jî hate xwendin. Civîna me her sê mehan tê
lidarxistin. Me civîna xwe di dema wê de li dar xist.”
JI BO ASAYIŞÊ ZAGON HATIN DANÎN
Endamê
TEV-DEM’ê Xerbî Hiso da zanîn ku di civînê de biryarên girîng ji bo
Asayişê jî hatine girtin û got: " Ji bo ewlehiya welatê xwe me biryarên
berbiçav girtin, me zagonên ji bo Asayişê danîn. Asayiş hêzeke civakî
ye, ji bo parastina Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê wê xebatên me hebin.
Li Rojavayê Kurdistanê dê Asayiş hebin, li bajarên Sûriyeyê ku kurd lê
dijîn dê bibin qadên xebatên Asayişan. Ji ber gelek taxên kurdan li
Heleb, Reqa û Şamê hene, li wan taxan jî dê Asayişa me were bicîkirin.
Ne tenê kurd dê cihê xwe di nava Asayişê de bigrin. Li Rojavayê
Kurdistanê gelek netewe dijîn, ji mafê wan e ku tevlî Asayişan bibin.”
GIRTÎGEH DÊ LI GORÎ ZAGONÊN NAVNETEWEYÎ BIN
Hiso
diyar kir ku ji bo wan Asayiş tiştekî nû ye û got: "Asayiş ji bo me
tiştekî nû ye, me li ser bingehê civaka xwezayî zindanan saz kir. Me
biryar girt navendên Asayişê li hemû taxan ava bikin. Ji ber ku Asayiş
bi civakê ve girêdaye. Mirovê ku bibe endamê Asayişê divê li ser muamela
bi mirovan re werin perwerdekirin. Ji bo girtiyan jî qanûnên cûda hatin
derxistin. Di derbarê girtiyan de jî, divê mafên girtiyan parastî be.
Zindanên me behsa wê kirin, dê ne wek zindanên rêjîma desthilatdar bin.
Lê belê dê zindanên me li gorî zagoneyên navnetewî bin. Me hewl da ku
zagoneyên me parastina mafên girtiyan bikin. Asayiş ji ber têkildariyan
bi wan re dê berpirsyar bin.”
MERCÊN ENDAMTIYA ASAYIŞÊ
Hiso
têkildarê mercên endamtiya Asayişê de jî ev agahî da: "Her kesê ku
temenê wî ji 18 salan zêdetir be, dikare cihê xwe di nava Asayişê de
bigire. Lê divê di nava civakê de mirovekî bi exlaq be, nêzîkitiya wî ji
mirovan re bi hurmetî be. Yanî divê mirovên bi başî tên nasîn bin û
xizmetkarê civka Rojavayê kurdistanê be, li ser bingehê biratiya gelan
bê ku cûdatî bixe nav mirovan tevbigere. Ji ber Asayiş ne tenê li
Rojavayê Kurdistanê dê hebin. Asayiş dê li hemû deverên ku kurd lê dijîn
hebin. Ji ber ku ji bo me hebûna Asayişan pir girîng e di derbarê
parastina ewlekariya sivîl de.”
Hiso bal kişand ku di civînê de
nîqaş li ser dad û edaletê jî hatin kirin û got: "Ew jî bi zagonan hatin
pêşkêşkirin. Jixwe dema Asayiş mirovekî bigire divê were dadgehkirin,
ji aliyê dadgehê ve were cezakirin, yan ku sûcî wî hebe dê were
cezakirin li gor ku rêveberiya dadgehê çi biryarê di derbarê de bigire.”
JI BO HER BAJARAN DADGEH
Hiso îşaret bi dadgehên ku li
Rojavayê Kurdistanê tên danîn jî kir û ev agahî da: "Her bajarek dê
navendên dadgehê were vekirin, her dadgehek rêvebiriya xwe bi xwe li gor
zagoneyên ku hatine dayin were derxistin. Jixwe komîte ji bo dadgehan
ji kesên xwedî tecrube wê werin avakirin. Kesên ku niha pirsgirêkên gel
çareser dikin dê bibin wek enamên sereke ji ber ev dadgeh gelerîne ne
girêdayî tu partiyan e.”
Endamê TEV-DEM’ê herî dawî ev bang kir:
"Ji bo xelkê Rojava ez dibêjim ev gava hatiye avêtin pîroz e. Bila bi
erênî nêzîkatiya xwe nîşan bidin. Endamê Meclisan soz dan ku belgenameya
civînê bighînin hemû kesî, jixwe gelê me jî li benda tiştekî wiha ye.
Ji ber ev zagon dê li Rojavayê Kurdistan di pratîkê de were bikaranîn. "