30.01.13
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê komeke
ne diyar keçeke ciwan a Kurd bi navê Heyfa Xelîl ev 8 roj in hatiye revandin.
Li Taxa Kornîş a Qamişlo komeke nediyar
keçeke ciwan ya Kurd bi navê Heyfa Xelîl a 22 salî, dema diçû mala xwîşka xwe
revandin.
Malbata Heyfa Xelîl diyar kir ku ev koma
keça wan revandine bi telefonê bi wan re axivîne û gotine dema Beşar Elesed ji
ser desthilatdariyê here, ewê keça wan serbest berdin.
Herwiha malbatê got ku kesê telefon ji
wan re kiriye bi zimanê Erebî axiviye. Heyfa Xelîl ji Taxa Kornîş a Qamişlo ye
û di şîrketa balafiran de dixebite.
ANF