26.12.2012Qamişlo -
Meclisa Gel ya bajarê Qamilo dest bi kampanya paqijkirina kolana kir.
Ji bê berpirsyariya rayedarên şaredariya Qamişlo ya girêdayî rêjîmê û
xemsariya wan, gemar li hemû derê kom dibe.
Li bajarê Qamişlo ji
ber xemsariya endamên şaredariya bajêr ya girêdayî rêjîmê, gemar li hemû
derê kom dibe, li kolanên bajêr gulîstanên giştî gelek komên gemarê
çêbûye. Şaredariya ku girêdayê Meclisa Gel ya bajarê Qamişlo dest bi
kampanya paqijkirina kolanên bajar kirin.
Di vê derbarê de endamê
şaredariya Qamişlo ya girêdayê Meclisa Gel Cemîl Îbrahîm diyar kir ku,
wan dest bi kampanya paqijkirina bajarê xwe kirine. Her wiha Îbrahîm
destnîşan kir ku, ew dê tevî hemû zehmetiyan bi israr kampanya xwe dewam
bikin. Her wiha Îbrahîm bang li hemû xelkê Qamişlo kir ku, tevlî
kampanya wan bibin. Îbrahîm da zanîn ku, ji gemara ku kombûye pir nexwşî
derdikevin û bandorek nebaş li mirovan dike, bitaybet li zarokan.
ANF