12.01.2013
Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Franseyê Parîsê sê jin, sê jinên
kurd, sê siyasetvanên jin, sê têkoşer, sê can, sê çîrokên li ser şopa
heqîqetê hatin kuştin. Ev kuştineke komî ye, ango komkujî ye. Li navenda
Parîsê qewimî ye. Yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê
ya Parîsê Fîdan Dogan û aktivîsta Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di
encama reşkujiyekê de jiyana xwe ji dest dan.
Di vê pêvajoyê de û
di çarçoveya vê komkujiyê de gotin û têgînên têne bikaranîn hene û
hewcedarî bi ravekirin û şîrovekirina wan heye. Beriya her tiştî divê em
bibêjin bûyera li Parîsê qewimî komkujiyek e. Kesên di komkujiyê de
hatine kuştin ji rêzê nînin, xwedî nasnameyeke siyasî ne. Nexasim Sakîne
Cansiz xwedî çend nasnameyên girîng e. Yek ji damezrînerên PKK’ê ye. Ew
pêşengeke tevgera jinê ye.
Kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe
ji dest dayî xwedî dijmin in. Dewleta dijminahiya wan dike dewleta Tirk
e. Ew bi xwe jî li dijî terora dewleta Tirk têdikoşiyan. Lewma em bi
hêsanî dikarin bibêjin, ew ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin. Dibe
ku hinek kes bibêjin, belkî hinek hêz û dewletên din ev komkujî dabin
kirin. Bêguman her tişt pêkan e. Lê li vir dewleta dijmintiyê dike
dewleta Tirk e. Lewma divê dewleta Tirk vê komkujiyê şermezar bike û
ziman çepeliyê neke.
Tê gotin, di demekê de ku hevdîtinan di
navbera Îmralî û dewleta Tirk de dest pê kiribûn ev komkujî pêk hatiye.
Li vir jî divê em hinek gotinan sererast bikin. Belkî mirov karibe behsa
hevdîtinê bike, lê zehmet e ku mirov behsa muzakereyan bike. Di warê
hevdîtinê de jî guman hene. Ji ber ku dewleta Tirk behsa hevdîtinê dike,
lê belê mirov bi qasî serê derziyê tiştekî nabîne ku bibêje, erê
hevdîtin heye.
Ji ber ku hikûmeta AKP’ê zimanekî provakator bi
kar tîne. Behsa çareserî û lihevkirinê dikin, lê di vî warî de gaveke
biçûk navêjin û zimanê aştiyê bi kar naynin. Ji Kurdan re "terorîst”
dibêjin, baş e, bi "terorîstan” re lihevkirin wê çawa bibe.
Ev
komkujiya li nava Ewropayê li navenda Parîsê qewimî ye, çalakiyeke
terorîst e. Dewleta Tirk bi rastî dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike,
dikare bi şermezarkirina vê komkujiyê dest bi gavavêtinê bike. Naxwe
baweriya bi çareserî û gavavêtinê bi tenê wê safiktî be. Ez yeqîn nakim
ku Tevgera Azadiyê jî bi van dekûdolaban bixape. Têra xwe xwedî ezmûn û
tecrûbe ye.
Devera komkujî lê pêk hatiye, yek ji wan deverane,
kontrola dewleta Franseyê heta bibêjî heye. Teknîka pêşketî û hêza
îstîxbarî ya Franseyê têrê dike ku vê komkujiyê ronî bike. Eger ev
komkujî neyê rohnîkirin wê Franseyê jî bibe şirîkê vê komkujiyê.
Hemin
raya giştî ya kurd û Tevgera Azadiyê jî wê vê komkujiyê gelekî guftûgo
bikin. Bûyerên bi vî rengî di dîroka nêz a gelê kurd de berê jî
qewimîne. Neyarên kurdan heta niyeta çareseriyê nîşan nedin, heye ku van
reşkujiyên xwe dewam bikin. Ez vê komkujiyê şermezar dikim û dibêjim,
serê gelê kurd sax be.
Çavkanî: Azadiya Welat