Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

li kolaneke bajarê SerêKaniyê termê welatiyekî Kurd hate dîtin

30.01.2013
Îro roja çareşemê li kolaneke bajarê Serê Kaniyê termê welatiyekî Kurd dest girêdayî û bi kuştî hatiye dîtin, li gor jêderên herêmî ew Kurd hatibû revandin û ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye kuştin.
Jêderên herêmî li nava bajêr ragihandine ku welatiyê bi nave (Ehmed Şêx Sînan) ku akinciyê taxa Mehetê a Serê Kaniyê ye li nêzîk çar rêya E`laf a li ser rêya Hesekê termê wî hatibû avêtin û destê wî girêdayî bûn û şopa eşkencê jî li ser bedena wî hebûye.
Li gor agahiyên navenda Kurdî ya Sûrî bo arşîvkirinê belavkiriye, di pevçûnên dawî a di navbera grûpên çekdar û hêzên YPG`ê de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Her weha navenda Kurdî a Sûrî bo arşîvkirina rûdanan aşkira kiriye ku 13 sivîl di navbera 16 -26`ê vê heyvê hatine kuştin ku di nav de 4 zarok û 2 jin jî hebûne. Her weha du xwîşkên hev, roja yekşema borî di encama ketina guleyekî hawanê li ser mala wan jiyana xwe ji dest dan.


PUKmedia
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 387 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: