Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Li hemberî komên çete komîteyên hevbeş ên parastinê

25.12.2012
Heleb -
Li bajaroka Minbicê ya bajarê Helebê, bi hevkariya Kurdan û gelên din Komîteya Parastinê ya Hevbeş hate avakirin.

Piştî ku şer li Sûryetê di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û çekdarên opesezyonê gûr bû, bûyerên dizî, revandin û kuştina mirovan zêde bûn. Gelê Kurd ku xwe ji bo xweseriyê amade dike û Meclisên Gel li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin avakirin. Gelê Kurd li deverên ê Sûriyeyê, Sîstema xweseriya demokratîk di taxên xwe de avakirn. Gelek bajarên li Sûriyeyê hene ku kurd bi netewên din re jiyana hevbeş dijî têde dijîn.

Li bajarên ku kurd lê dijîn, di bin pêşengiya Kurdan pêkanîna sîstema xweseriya demokratîk, bi netewên din re parve dikin. Komîteyên Parastinê bi armanca parastina taxên xwe ji çete û dizên ku malan vedikin û mirovan direvînin hatin sazkirin. Ev komîte nobetê li taxan digirin. Di nava van komîteyan de kurd, ereb û xiristyan cihê xwe digrin.

Welatiyên li Mincibê nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kirin. Silêman Umer diyar kir ku ew taxên xwe diparêzin ji ber wê ew kêfxweş in. Her wiha Umer banga hemû kesên ku li Minbicê dijîn kir ku telvî komîteyên parastina rewa bibin.

Fatih Ehmed ciwaneke Erebe diyar kir ku em bi hev re, Ereb, kurd û xiristyan komîteyên parastin gel ava dikin û got: "Mebesta me ew e ku em xwe ji çeteyan biparêzin, û em nahêlin kesên biyanî bikevin nav me de. Tevî şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û Artêşa Azad de em xwe diparêzin û nahêlin her du alî bikevin taxên me.”



ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 262 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: