29.12.2012
Heleb -
Yekîtiya Mamosteyan li Rojavayê Kurdistanê ya Helebê, bi armanca
pêşxistina zimanê Kurdî semînerek li navenda Rustem a ziman li dar xist.
Semîner bi beşdariya bi dehan kesî hate lidarxistin. Di
semînerê de seroka yakîtiya Mamosteyan Gulîstan Sîdo li ser giringiya
zimanê dayikê, pêşxistina çanda kurdî û têkiliyên di navbera ziman û
çandê de axivî.
Her wiha Sîdo bal kişand li ser rola stran û
wêjeya devkî di parastina zimanê kurdî de û rola ziman zan û lêkolînerin
ku dirbarê pêşxistina zimanê kurdide tevdigerin anî ziman.