Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Li Helebê du şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di pevçûnên 3 rojan ên li Taxa Eşrefiyê di navbera hêzên wan û artêşa rejîm Baasê de, du şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. 

Tugaya Şehîdên Helebê ya YPG'ê têkildarî pevçûnên ku ev 3 rojin li Taxa Eşrefiyê ya Helebê di navbera hêzên YPG'ê û artêşa rejîma Sûriyeyê de diqewimin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên rejîmê di 31'ê Çileya 2013'an de bi balefiran êrîşî Taxa Eşrefiyê kirine û di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 40 kes jî birîndar bûne, bi vê yekê re hewl dane ku Taxa Eşrefiyê dagir bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin kur ku hêzên YPG'ê jî neçar maye ku bersiv bide û parastina taxê bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku yekîneyên YPG'ê di sibeha roja Pênşemê (7 Sibat 2013) li dijî qerewola Eşrefiyêya rejîmê û Çerxerêya Duyemîn operasyon daye destpêkirin û di encamê de pevçûnên dijwar rû dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pevçûnan hêzên rejîmê çekên giran (tang, doçka, kanas û hwd) bikar anîne, lê li gel vê yekê jî windahiyên mezin dane û wiha hat gotin: "Di pevçûnan de ji hêzên rejîmê 20 leşker hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn. Her wiha hêzên rejîmê neçar man ku ji hinek cihan derkevin. Di pevçûnan de 5 şervanên me jî bi sivikî birîndar bûn."    

Derbarê pevçûnên roja duyemîn de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Di roja duyemîn de hêzên rejîmê xwestin êrîşî taxê bikin, lê rastî berxwedana YPG'ê hatin û neçar man ku xwe paşve bikişînin. Di encama van pevçûnan de jî 15 leşker hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn. Di van pevçûnan de 10 şervanên me jî birîndar bûn."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji şervanên YPG'ê yên birîndar Munzur Yusif (Çîlo) jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hate gotin ku têkiliya bi komek şervanên YPG'ê re jî qut bûye û agahî ji wan nayê girtin.

Têkildarî pevçûnên duh (Şemî) qewimîn de jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Roja şemiyê komek alîgirên rejîma Baas êrîşî noqteya kontrolê ya YPG'ê ya li herêma Şiqêf kirin û pevçûn derketin. Di encamê de alîgirekî rejîmê hate kuştin, yên din jî paşve vekişiyan."

Hate gotin ku di vê pevçûnê de şervanê YPG'ê Welat Îsa (Şoreş) jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê êrîşî sivîlan jî dikin û pevçûnên li Eşrefiyê didomin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG wê li dijî hemû êrîşên lidijî gel berxwedanek bêhempa nîşan bidin û soza di vî warî de hate dayîn.




ANF

Bewertung: 5.0/1
Zähler: 890 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: