26.12.2012
Heleb -
Malbata ciwanê kurd Elî Hec Hesen diyar kir ku kurê wan ji roja
14.11.2012'an ve winda ye. Malbatê destnîşan diyar ku Hesen dema ku ji
mal ber bi cihê kar ve keti bû şûnde ne zîvirî ye.
Tevî hemû
hewldanên Elî hîn winda ye. Malbatê ji hemû kesên ku agahiya li ser kurê
wan dizanin bila ji wan re li ser vê nemareya telefonê ragehînin;
0947233197.
Li Helebê di demên dawî de bûyerên revandina ciwanan
ji alî rêjîmê ve pir bûne. 15 ciwanên ku winda bibûn derketibû holê ku
hêzên artêşa rêjîma Sûryê ew bi darê zorê sewqî leşkeriyê kirine.
Herwiha di nave gel de li Helebê hatibû gotin ku rêjîmê wê dest bi kampanya girtina ciwanan bike daku wan bişîne leşkeriyê.
ANF