02.01.2013
Heleb - Li bajarê Sûriyeyê Helebê hêzên asayişa Kurd koma dizên ku li taxa Şiqêf diziya dikanên şîniyên taxê dikirin, girt.
Li
bajarê Helebê ku gelek Kurd lê djin, komeke dizkeran ku li Taxa şiqêf a
Helebê diziya dikanên şîniyên taxê dikirin ji aliyê Asayişa kurd ve
hatin girtin. Ev çend roj ev koma çete li taxê dizaya hemwelatiyên Kurd
dikir.
Dikandarên ku dikanên wan hatin dizîn serî li asayişê dan.
Asayişê jî dest bi nobedariya taxê kir û 6 kesên dixwestin hinek dikan
bişelînin, girt binçavan.
Endamê asayişê Mihemed Horîk diyar kir
ku wan 6 kes girtine û piştî lêpirsînê derketiyê ortê ku koma çekdar ji
16 kesan pêk tê û wiha axivî: "Me bi bihayê 1,5 milyon lire firaxên
şîniyan li ba wan dît."
Horîk ji welatiyan xwest ku bi wan re
alîkarbin da ku hemû komên çekdar ji alî wan ve were girtin. Horîk
destnîşankir ku xwediyên dikanên taxa Şiqêf serî li wan dane û ji wan
xwestine ku dikanên wan biparêzin.
ANF