Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Li Girkê Legê meşa serkeftina azadiyê

30.01.2013
Li herêma Koçerat a Girkê Legê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca pîrozkirina azadkirina Girzîro ya ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan, silavkirina berxwedana Serêkaniyê û YPG'ê û şermezarkirina komên çete yên ku êrîşî gelê Serêkaniyê dikin, meşeke dirêj li dar xistin.

Li Herêma Koçerat a Girkê Legê bi dehan ciwanên herêmê dirêj ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi armanca pîrozkirina Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ji ber azadkirina Girzîro, şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan, silavkirina berxwedana Serêkaniyê û YPG'ê û şermezarkirina komên çete yên ku êrîşî gelê Serêkaniyê dikin, meşeke dirêj li dar xistin.

Meşa ciwana ya dirêj duh di saet 10.00’an de, ji gundê Tebikê yê herêma Koçerata dest pê kir û li navenda Tabûryê ya Girzîro ku YPG'ê rizgar kiriye bi dawî bû. Meşvanên ku 5 kîlometrî meşiya siloganên ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan, berxwedana gel û YPG'ê li Serêkaniyê silav dikin qîriyan.

Ciwanên ku 5 kîlometriyan meşiyan li ber deriyê Tabûra Girzîro ya ku  YPG'ê ji rêjîmê rizgar kiribû rawestiyan û li wir merasîma pêşwazîkirinê dest pê kir.

Merasîm bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Kawa Keyan axivî û berxwedana şervanên YPG'ê ya Girzîro û li Serêkaniyê silav kir. Her wiha Keyan komên çete ku ketine Serêkaniyê Serêkaniyê şermezar kir. Di dawiya axaftina xwe de Keyan komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir.

Piştî Keyan, li ser navê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Bîlal Rojava axivî û diyar kir ku ciwan bingehê YPG'ê danezirandine, her wiha hemû destkeftiyên şoreşên Kurdistanê bi destê ciwanan hate bidestxistin. Her wiha Rojava diyar kir ku rola sereke di rizgar kirina Girzîro de ya gelê herêmê ye.


ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 304 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: