25.12.2012
Efrîn -
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şerên dijwar ên li Sûriyeyê û girtina
deriyên sînor pirsgirêka sotemeniyê her ku diçe zêdetir dibe. Li gundê
Qorîn ê Efrînê gel ji ber nebûna sotemeniyê ji bo dibistana gund dest bi
berhev kirina gund kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şer û
pevçûnên li Sûriyeyê û girtina deriyên sînor pirsgirêkên aborî û
pêwîstiyên din ên jiyanî yên weke sotemeniyê zêde dibin. Bi taybet
pirsgirêka mazotê her ku gihiştiye asteke bilind û bihayê mazotê ji 25
lîreyê Sûriyeyê gihiştiye 200 lîreyî.
Li hemberî vê yekê, li
gundê Qorîn ê Efrînê gundiyan ji bo dibistana gund dest bi berhevkirina
êzingan kirin. Li dibistanê jî sobeyên daran hatin danîn. Bi vî awayî
zarokên gund nema êdî li dibistanê sar dibin.
Hêjayê gotinê ye ku
li piraniya bajarên Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan gelek dibistan hatin
girtin, lê li herêmên Kurdan, ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin, gel li
hemberî hemû tengasî û zehmetiyan li ber xwe didin û li gorî derfetên
xwe zarokên xwe bo cara yekemîn dişînin dibistanên bi Kurdî.
ANF