Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Li Dêrikê şagirtên akademiya asayişê bawernameyên xwe wergirtin

26.12.2012
Dêrik - Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Dêrikê dewreya duyemîn a perwerdeya asayişê ya Akademiya Asayişê bi dawî bû.

Doh li Gundê Şêrika ya girêdaye Dêrikê ku navenda asayişan li wir e, dewreya perwedeya duyemîn ku 41 kes tevlê bibûn bi dawî bû. Şagirtên akademiyê bawernameyên xwe ji aliyê endamên Desteya Bilind a Kurd ve û rêvebirên akadimiyê wergirtin.

Di merasimê de endamê Desteya Bilind a kurd Mihyeldîn Şêx Alî axivî û bal kişand li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî qala bûyerên li Serêkaniyê kir. Alî diyar kir ku wê asayişa hemû deverên Rojavayê Kurdistanê werin perwerde kirin.

Pişt re şagirtên tevlî perwedeyê bibûn sond xwarin ku ewê heya dawiyê di xizmeta gelê xwede bin. Şagirtan bawernameyên xwe ji destê endamên Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, Ismaîl Hemê û Mihyeldîn Şêx Alî wergirtin. Herwiha endamê Partiya Pêşverû Umer Cefer û endamê rêveberiya Akadimiya Asayişê Kerzan Efrîn jî di merasimê de amede bûn.



ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 306 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: