30.12.2012
Amûdê - li Bajarê Amûdê Lijneya Fêrbûna Zimanê Kurdî bawername li 70 şagirtên zimanê Kurdî ku perwedeya xwe bi dawî kirin belavkir.
Li
Bajarê Amûdê Lijneya Fêrbûna Zimanê Kurdî li Amûdê di navenda Partiya
Yekîtî (wehdê) duh êvarê bawername li 70 şagirtên ku waneyên xwe bi dawî
kirin belavkirin.
Di derbarê mijarê de endamê Lijneya Zimanê
Kurdî Ehmed Enter ji ANF'ê re axivî. Enter keyfxweşiya xwe diyarkir û
got: ''Em keyfxweşin ku îro bawername li 70 şagirtên tên belavkirin, di
heman demê de şagirtên pêdiviyên tenduristî ji aliyê me ve hatin
perwerdekirin, me bawername belavkirin. Em dê xebatên xwe li hemû
Bajarên Rojavayê Kurdistanê dewam bikin. Ji ber ku zimanê me hebûn û
rûmeta meye''.
ANF