Navenda Nûçeyan -
Li Sûriyeyê şoreşa gelan veguherî şerê mezheb û hêzên tarî. Lê li
Rojavayê Kurdistanê li gel hemû planên qirêj jî, kurd li gel neteweyên
din ên herêmê wekî hêza çareseriyê derketin holê. Di nava salek dawî de
jî rêveberiyên bajaran bidest xistin û dest bi sîstema xwe ya alternatîf
kirin. Rengê vê sîstema ku wekî "Xweseriya demokratîk” hate binavkirin
jî her ku diçe diyar dibe. Êdî tu nikarin kurdan piştguh bikin, lewre
nexwazin jî neçarî hevdîtinan dibin.
Bi destpêkirina pêvajoya
şoreşa Sûriyeyê re, gelek komên muxalefetê derketin holê. Lê kurdan ku
dîrokek dirêj a têkoşîna wan heye û bedelên mezin dane, ne li aliyê
rejîmê ne jî li aliyê muxalefetê sekinîn û wekî hêzek siyemîn û
çareseriyê xwe binav kir. Kurdên ku heta niha hebûna wan jî nedihat
qebulkirin, bi siyaseta xwe ya ku ji şer û pevçûnan dûr dixe û hêza xwe
esas digire, roj bi roj pêş ketin. Hem ji şer dûr rawestiyan hem jî bi
rêbazên aştiyane rêveberiyên bajarên xwe bidest xistin, her wiha dest bi
avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin. Dîsa di warê yekîtiyê de
jî pêngavên girîng avêtin û bi vê yekê re wekî hêzek derketin holê û
hatin qebûlkirin. Lê her ku rêveberiyên xwe ava kirin û hinekî din nêzî
azadiyê bûn, hewldanên dewlet û hêzên ku ji hebûna kurdan jî aciz in,
wekî gayê êrîşî paçeyê sor dike, êrîşî nirxên kurdan kirin.
Bêtir bixwîn