30.01.2013
Li Serêkaniyê komên çete
yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ketine bajêr û di pevçûnan de windahiyên mezin didin,
trafoyên ceyrana hilweşandin. Li bajarê ku ev 5 roje ceryan tune ye, komên çete
her wiha cihên pîroz ên wekî dêr, mizgeft, dîsa cihên wekî nexweşxane û
dibistan ku li gorî peymanên navnetewî ketina wan qedexe ye jî, ji xwe re kiribûn
mertal û ji van deran êrîşî gel dikirin.
Komên çete ku bi
alîkariya Tirkiyeyê ketin Serêkaniyê û malên gel talan kirin, her wiha êrîşî
sivîlan kirin, niha jî dikevin deverên pîroz ku li gorî peymanên navnetewî ketina
wan qedexe ye. Çeteyên ku li hemberî hêzên YPG’ê windahiyên mezin didin, ji
bilî êrîşên li ser gel û dîlgirtina wan, çareyê di bikaranîna cihên pîroz de
dibînin. Komên çete cihên wekî dêr û mizgeft, her wiha nexweşxane û dibistan ji
xwe re kirin mertal û ji van deran êrîşî gel kirin. Lê piştî mudaxeleya hêzên
YPG’ê neçar man ku ji van deran derkevin.
Lê pêkanînên çeteyan ên
li hemberî gel li cihên ku lê mane didomin. Herî dawiyê trafoyên ceyranê ji
aliyê van çeteyan ve hatin hilweşandin. Ji ber vê yekê jî ev 5 roje ceryana
bajêr tune ye.
Li aliyê din piştî şer û
pevçûnên dijwar, hate ragihandin ku îro li Serêkaniyê bêdengiyek heye. Di
encama şerê 15 rojan de piraniya bajêr ketiye bin kontrola hêzên YPG’ê, lê
komên çete jî hîn li Taxa Mehetê ya li rex sînorê Bakûrê Kurdistanê ye dimînin.
Hate gotin ku, car caran pevçûn diqewimin.
ANF