Silêmanî -
Xebatên alîkariyê yên ji bo piştgiriya bi kurdên Rojavayê Kurdistanê
re berdewam dikin. Koma piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ku xebatên xwe li
Başûrê Kurdistanê dimeşîne, duh li bajarê Silêmaniyê civîneke awarte
pêk anî.
Tevî rêveberên partiyên siyasî û endamên rêxistinên
civaka sîvîl gelek kes tevlî civînê bûn. Di civînê de rewşa gelê Rojava û
bi pêdiviyên rojane yên jiyanê hatin nirxandin.
Dîsa deriyên di
navbera Başûr û Rojava de jî bû mijara civînê. Di encama civînê de
biryar hate girtin ku bi awayekî lezgîn di nava çend rojan de derman û
pêwîstiyên bingehîn bêne komkirin û ji bo Rojavayê Kurdistanê bêne
şandin.
Bi vî rengî ambargoya li ser deriyê sînor jî di pratîkê
de bê şikandin. Hate gotin ku di nava çend rojan de wê Koma Piştgiriya
Rojava civineke çapemeniyê pêk çêke û de balê bikişîne ser hesasiyeta
Rojavayê Kurdistanê.
ANF