Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Kawayê Hesinkar

22.12.2012
Di Mîtolojiya Kurdan De Kawayê Hesinkar

Kawayê Hesinker, kesê sereke yê mîtolojiya Newrozê ye. Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehak serî hil dide piştî ku Dehak têk dibe agirekî mezin ku ji her çar aliyê welat ve tê dîtin dadide. Ji wê rojê ve ye her tim gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Ev roj rastî 21'ê adarê tê û navê wê Newroz (Roja Nû) e. Li Kurdistanê her sal di 21'ê adarê de tê pîrozkirin.

Bi efsaneya Kawayê hesinker re dîrokeke mezin tê ser ziman. Berî zayînê di deme Medan de keyê Asurî yê bi navê Dehaq êrîşî Mediyan dike û wan dike bindestê xwe de. Wan dike ku bike koleyên xwe. Lê medî li ber xwe didin. Di nav kurdan de ji deme Naîriyan ve li gor nêzîkatiyeke konfadarasyonî xwe birêxistin kirin heye.

Her herêm, xwedi key e. Jê re dibêjin ´mîr´.[çavkanî pêwîst e] Berî deme Medan naîriyan, weke nêzîkî 500 salî di welatê de bi azadî jîn bûn. Cih bi cih êrîş ji dibûn. Lê bi serê xwe bûn. Di wê demê de Demên Asuriyan dest pê dikin û ku ew ji bi hêz dibin, êdî dixwezin ku li ser wan herêman hemûkan serweriya xwe ava bikin.

Bi şeran li deran bi ser ji dikevin. ta ku dem tê deme 800 wan berî zayînê, êdî hin bi hin naîrî serweriye weke ku bi tememî winda dikin. Êdî ew ji bi wê windakirinê re li ber xwe didin û dikin ku careke dîn serweriye xwe ava bikin. Ji berî zayînê 800 û ta 600 wan, di dîroke wan de mirov karê weke demên raperîn û şeran bêne ser ziman. Di wan deman de kurd bi tememî serweriya windakin û êdî li her derî li berxwadana wan dest pê dikê.

Dem ku tê ta dema Medan, êdî hin bi hin li hine herêmne xwe bi ser dikevin. Serweriya xwe bi serdixin. Herême mazin ya wan Gerzûbaqartan û Aqbatanê ya.Li Gerzûbaqartan ji bi ser dikevin.Piştre li Aqbatanê ji, bi kaweyê hesinker bi ser dikevin. Êdî ji medan re demeke nû dest pê dike.Piştî Serketina Kawa re Bi Mediya re deme nû li Kurdistanê anji bi giştî li herêmê dest pê dike.

Bi medan re li kurdistanê êdî demekê nû dest pê dikê. Medî hêzeke mazin diafirênin. Gelek herêmên Asya ji dikin bîndestên xwe de. Ta bi Anatolya diçin. Êran û ta Afganîstanê û ji wir ji ta Pakîstanê diçin. Nirxên xwe li mirovan belav dikin.

Hizir û ramana kawa pir girînge. Pir di nav xalkê li ser li ser tê sekinandin. Bahsa azadîxweziya wî tê kirin. Hizre wî ya azadiyê pir xurte. Ew li azadiya xwe xwedi derketiya. Deme ku azadiya wî ketiye bindest de, êdî wî bidest li ber xwedanê kiriya.

Di nav kurdan de iro ji dagarê(sembol)ê vê yekê ya.Weke hizir û dagerê berxwadanê azadiya xwe ya. ew hizre wî di nav xalkê de bidengê. Pir bahsa vê yekê bi rêz tê kirin. Rêzeke mazin jê re haya. Pîroziyeke mazin di nav kerdan de bi navê wî re tê ser ziman. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku felsefe azad û mirov pêre tê ser ziman.

Hizre kawa bi gelek awayan tê ser ziman. Deme ku mirov hizre wî bêne ser ziman, divêt ku mirov ji bîr nekê û piştî serketina wî re li Mediya pêşketinaka çawa derkete hole, divêt ku mirov ji bîr nekê.Bi vê yekê re ew xwediyê hizreke bi pergala. Xwediyê hizreke ku civaknasiya wê xurte ji. Ew, pêşî, bi li nirxên xwe xwedi derketinê tê ser ziman. Ew weke sembola vê yekê ji ya.



Newroz, weke roje bi serketina serhildana kawa ya. Bi vê yekê tê ser ziman. Piştî ku kawa bi ser dikeve, êdî şahiyên serketinê dest pê dikin. Di nav kurdan de di wê demê de agir pir pîroze. Piştî serhildan û serketivtinê agir tê pêxistin.Ew agir pêxistin di be weke sembola wê rojê êdî piştre. Piştre hertimî di wê rojê de weke bi bîr anîna kawa û wê rojê ji û serkevtina wî, agir tê pêxistin.

Di pêxistina agir de gelek wate têne ser ziman. Di serî de wate azadiyê tê ser ziman. Wate serxwabûnê têde heya. Ji ber vê yekê, agir dadan pir girînge ji bo kurdan di wê rojê de.

Îro newroz pir bi şahî û girseyî weke berê di nav kurdan tê pîrozkirin. Piştî derketina Misilmatiyê re wilo zêde êdî bi girseyî li qadan ne dihata pîrozkirin. JI ber ku qedexe bû. Di deme osmaniyan de ji ev qedexe berdewam kirin.Lê kurdan pîroz kir.Li nirxên xwedi derketin. Bi vê yekê re pir ji wan bi girseyî hatina kuştinji. Lê dev ji ya xwe ne berdan.

Êraniyan, ji ber ku wan xwe nêzkî kurdan didît, di wan herêman kurdan de yên di nav sînorê wan de zêde pirsgirêk derneketin. Lê "weke çandaka Êranî" ta ji wan hat xwestin ku bidina nîşandin. Bi vê yekê re gelek nirxên kurdî di nav Êraniyan de ji bicih bûn. Vê yekê kir ku çandaka wek hevdû ji şîn bibe di nav wan de. Ji xwe ji aliyê zimên ve gelek xosletên wek hevdû hene. Bi vê yekê re pevçûn û bi hev re pêşketin bi hev re bi wan re jîn bû.

Lê li aliyê osmaniyan wilo ne bû. Piştî şerê çardiranê çend ku îranî serdest bûn û xwe lev dana hevdû ji, lê kurdan xisarên mazin jê dîtin û zû bi zû xwe lev ne dana hevdû. Piştre di demên piştre de, hin bi hin qedexekirinaka mazin li ser serê kurdan berdewam kir. Ta deme Komara tirk ev qedexekirin berdewam kirin.

Di deme komarê de ji wê qedexekirinê hê xurtttir û zêdetir hebûna xwe berdewam kir. Li ser navê kurdan nirxên wan hatina jêbirin. Li aliyê kurdistanê yê qatê tirkî, çanda wê derê weke çanda tirk hata nîşandin. Demên bişavtinê her weha dest pê kirin. PIştî ku tekoşîna azadiyê e kurdan dest pê kir, êdî dise li xwediderketine nirxên xwe derkete hole.

Êdî Newroz ji bidest bi girseyî hatina pîrozkirinê hata kirin. Weke ku kurdan ji vê rewşê re di got, " ji nû ve şiyar bûn" bû. Êdî newroz û nirxên ku bi newrozê re dihatina ser ziman û kevneşopiyên ku pêre hebûn careke dî zîn û jîn bûn. Weke ku kurdan got "Newroz ji nû va careke dî bû", êdî. Ew nûbûn ji, bi navê newroza hemdem hata pêşwazikirin.

Li gor demê navê kawa ji hata ser ziman. Weke wê demê, çawa ku bindestî bû û kawa rabû û li ber xwe da, êdî ji nû va ji, kurd weke wê demê rabûna ser ziman û tekoşîna xwe ya nûjen dan. Ji pêşengiya wê ji gotin kawatiya hemdem.

Ev gotin di nav tekoşîna kurdan de ku hê nû ve dest pê dikir û hemû tişt hatibû jibîrkirin, pêşengekî kurd Bi navê Mazlum Dogan ku girtî bedene xwe bi 3 darikên kibritê ku weke sembola agireê Newroze pêxistin û dawi li jiyana xwe anî. Vê bûyarê, careke dî di ser ş hişê kurdan de kawatî bi bîr anî.Êdî li berxwadan bû û mazin bû û bilind bû.Bi vê yekê re kawayê hemdem bû.

Lê wekî dî ji ku mirov bêne ser ziman, divêt ku mirov her weha bêne ser ziman. Weke hizir û felsefe hemdem û mîte hemdem bû û hata zîn û jînkirin.Iro, ji nûva felsefe kurd ji nûva bi hemdemî afirî.Ev hemdemî ji her weha ew hemdemî ya.



Çavkanî: Ensiklopediya Azad
Bewertung: 5.0/1
Zähler: 1577 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: