Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Jinên Kurd li Rojava tevlî asayişê dibin

13.01.2013
Dêrika Hemko - Li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê jinên kurd cihê xwe di nava perwerdeya asayişan ku li akedemiya perwerdeya asayişan a li gundê Şêrka de digrin û xwe ji bo tevlîbûna asayişan amede dikin.

Li bajarê Dêrikê yekem Akademiya Perwerdeya Asayişan li gundê Şêrika hate vekirin. Ji hemû bajrên Rojavayê Kurdistanê û deverên ku kurd lê dijîn ji bo perwerdeya endamên asayişê cihê xwe di nava perwerdeya asayişan de girtin. Di dewreya yekem de ku bawername girtin hemû endamên zilam bûn. Lê di dewreya duyemîn de jinên kurd cihê xwe di nav de girtin û bawernameyên asayişê girtin.

Yek ji jinên Kurd yên tevlî perwerdeya asayişê bûne Leylan Osê bû. Osê diyar kir ku ew bi armanca beşdariya jinan ji bo hemû beşên jiyanê de tevlî asayişan bûne. Her wiha Osê peyam da ku jina Kurd dikare hemû karî bike û got: "Bi tevlîbûna jinan bêtir asayiş dikare temsîla civaka Rojavayê Kurdistanê bike.”

Piştî azadkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd dest bi avakirina navendên perwerde û rêxistnkirin a civakî kirin. Di nava van navendan de akademiya perwerdeya jinan hebû . Lê jinên Rojavayê Kurdistanê tevlî hemû qadên jiyanê dibin.



ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 299 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: