Li
paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê sersal bi coşiyeke mezin hat
pîrozkirin. Dema zengila saet 00:00’an lê da û xatir ji sala 2012’an hat
xwestin, qasî nîv saetî asîmanê Hewlêrê bi fîşengên hewayî xemilî.
Yek
ji bajarê dêrîn ê Kurdistanê Hewlêr, çawa di dîrokê de bûye landika
şaristaniyan niha jî bi pêşwazîkirina ‘rojên pîroz’ ên dîn û baweriyan
heman rola xwe didomîne.
Ji
bilî taxeyên wekî Ankawa ya Hewlêrî li ber kela dîrokî ya Hewlêrê jî
sala nû bi girseyî hat pêşwazîkirin. Çend dîmen ji sersala Hewlêrê: