30.12.2012
Berlîn -
Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber girtîna sînor û zivistanê
rojên dijî, saziyên Kurd ên li Ewropayê bi aweyekî lezgîn banga
alîkariyê kirin. Rêvebirê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Fahrettin Gûlşen vê
bangê kir: "Roj roja destekkirina Rojavayê ye". Serokê YEK-KOM'ê Yuksel
Koç jî wiha axivî: "Destekkirina gelê Rojava deynê hemû Kurdan e."
Gelê
Rojavayê Kurdistanê ji aliyekî vê ji ber girtina deriyê sînor, ji aliyê
dî ve jî ji ber şert û mercên dijwar ên zivîstanê, bêzar e. Pedîviya
gel bi aweyekî lezgîn bi alavên tendûristiyê, zad û sitûmeniyê heye.
Heftêya borî ji bo alîkariyên tê kirin baş were organîze kirin li
Rojavayê Kurdistanê Konseya Alîkariya Însanî û Heyva Sor a Kurd hate
avakirin.
Her dû saziyên alîkariyê wê li Ewropayê jî bi Heyva Sor
a Kurdistanê re bixebitin. Rêvebirê Heyva Sor a Kurdistanê Dr.
Fahrettin Gûlşen diyar ku ewê destekekî mezin bidin van saziyan û wiha
axivî:
"Jixwe ev demek e em ji bo Rojavayê alîkariyê kom dikin.
Kampanyaya ku me dayî dest pê kirin hê jî didome. Kampanyaya me di serî
de li Almanya, Fransa, Swêdê, Swîsre, Awisturya, Belkçîka, Danîmarka,
Hollanda û Britanyayê dimeşe û heya niha ji gelê Rojava re me nêzî 300
hezar Euro pere û 100 kilo derman rêkir.
Vê alîkariyê me bi
agahiya Almanyayê ku navenda me li vî welatî ye, şand ji gelê Rojavayê.
Herwiha di rojên pêş de jî emê hin alîkariyên dî bişînin. Di cejna
qûrbanê de jî me 40 hezar Euro alîkarî kom kir û me şand. Bi vî pereyî
qûrban hatin kirin û li gel hate belavkirin. Lê belê ji bilî derman û
pereyan pediviya Rojavayê bi personelên pispor heye. Wekî mînak divê
hevalên me yên bijîşk, hemşîre, yan jî endezyar herin wir û çend heftê
be jî azmûnên xwe ji gel re vebêjin. Niha hin heval dixwazin herin, lê
pirsgirêka wîzeyê heye."
Dr. Gûlşen diyar kir ji Rojava lîsteya
pêdiviyên lezgîn gihiştiye destê wan û van agahiyan da: "Divê awayekî
lezgîn dermanên antîbiyotîk, êşbir, anestezî bigihêje Rojava. Herwiha
pêdivî bi ambûlansan jî heye, ji ber ku tîmên tendûristvan nikarin
bihêsanî xwe bigîhinin gnd û navçeyên dûr. Roj roja destekkirina
Rojavayê ye."
'DESTEKA JI BO ROJAVA DEYNÊ ME YE'
Serokê
Federasyona Komelayên Kurd ên li Ewropayê (YEK-KOM) Yûksel Koç jî diyar
kir ku destekekî mezin didin kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê û vê
bangê li Kurdên Ewropayê kir:
"Gelê Rojavayê Kurdistanê hem bi
rêxistina xwe ya bêhempa û hem jî bi berxwedana xwe ya dîrokî mînakekî
mezin e. Ji bo vê jî divê her Kurdek alîkariya Rojavayê bike û ev yek
deynê me. Ji ber ku di dîroka Kurdistanê de Rojava, ji parçeyên dî yên
Kurdistanê re alîkariyên mezin kir û Rojava ji bo statûya tevahiya
Kurdan mînakek e.
Ji ber van sedeman hin derdor dixwazin bi
ambargo û dorpêçkirinê gelê Rojava bifetisînin. Ne tenê Kurdên li
Ewropayê dijîn, her Kurdek divê maddî û manewî destekê bide Rojavayê
Kurdistanê. Divê em gelê xwe yê li wir tenê nehêlin."
ANF