31.12.2012
Amed -
Kurdên Rojava ji ber ku deriyên sînor yên Tirkiye û Herêma Başûrê
Kurdistnaê li ser wan hatine girtin, êdi nikarin pêdiviya xwe yên
xwarin, vexwarin, mazot û pêdiviyên jiyanê temîn bikin, zehmetiyên mezin
dijîn. Endamê Melîsa Daîmî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Seydi
Fırat da diyarkirin ku, ji bo destkeftiyên kurdên Rojava asteng bikin
ambargo datînin ser kurdan.
Piştî li Sûriyeyê şerê navxweyî
destpê kir û kurdên Rojava xweseriya xwe îlan kir, li hemberî kurdan
şere aborî û zexîre hate detpêkirin. Bi 10 hezaran Kurd ji ber şerê
navxweyî yê Sûriyeyê koçî bajarên herêmê kir. Bi 100 hezaran Kurd jî di
nava pirsgirêkên aborî, cih û war de dijîn. Piştî şerê li Sûriyeyê pêş
ket û kurdan xweseriya xwe îlan kir Tirkiye û Herêma Fedral ya Başûrê
Kurdistanê deriyê bazirganiyê li ser kurdên Rojava girt. Kurdên Rojava
ku deriyê sînor li ser wan hate girtin, niha herî zêde pirsgirêka
xwarin, mazot, av û pêdiviyên jiyanî dijîn. Gelê Rojavayê Kurdistanê
bang li rayedarên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku deriyê sînor
vekin. Li herêmê ji ber pirsgirêkên aborî Komîsyona Alîkariya Mafên
Mirovan û Heyva Sor rêxistinbûna xwe îlan kir. Piştî Komîsyona Alîkariya
Mafê Mirovan li Qamişlo avabûna xwe îlan kir, pirsgirêkên kurdên Rojava
anî rojevê. Heyva Sor ku li Amûdê hate avakirin jî ji bo dermankirina
nexweşan dest bi hewldanan kir.
'ROJAVA NAVENDA AŞTIYÊ YE'
Di
derbarê rewşa kurdên Rojava de endamê Meclîsa KCD'ê yê daîmî Seydî
Firat diyar kir ku, kurdên Rojava rasti pirsgirêkên gelek mezin tê û
lazime bi lezgîn alîkarî bê kirin. Firat destnîşan kir ku, kurdên Rojava
ji nû ve xwe bi rêxistin dikin û hewl didin ku hemû pirsgirêkên xwe bi
xwe çareser bikin, lê rê li pêş wan tên girtin. Firat diyarkir ku, li
ser kurdên Rojava hem zextên aborî û hem jî zextên siyasî li ser wan
heye û wiha got: "Niha dixwazin bi polîtîkayên aboriyê kurdan ji herêmê
koç bikin û herêmê vala bikin. Lê Rojavayê Kurdistanê em dikarin bêjin
navend û barageha aştiyê ye. Ne alîgirê şerin. Li Rojava suryanî, kurd,
ereb û yên din di nava aramî û aştiyê de dijîn."
'PÊDIVIYA ROJAVA BI ALÎKARIYA ABORÎ HEYE'
Firat
da zanîn ku, kurdên Rojava heta niha tu alîkarî negirtiye û wiha
berdewam bike: "Divê kes li hemberî vê rewşa kurdan bêdeng nemîne.
Pêdiviya kurdên Rojava ji alîkariya aborî û civakî heye. Divê her kes
alîkariyê bide wan. Kurdên Rojava helwesta xwe ya aştî û demokratîk
berdewam dikin. Em bang li her kesî dikin ku alîkarî û piştgiriyê bidin
wan. Divê hemû hêzên sivîl, demokratîk û aştiyê dixwazin piştgiriyê
bidin gelê Kurda Rojava. Em bang li hikûmeta Federal ya Kurdistanê jî
dikin û dixwazin ku helwesta xwe ya ambargoya li hemberî Rojava bi dawî
bikin. Em bang li rayedarên hikûmedê dikin û dixwazin xwe ji bin tundiya
welatên serdest derxin. Heta niha tu kesî alîkarî nedaye gelê Rojava û
divê her kes destê alîkariyê dirêjî wan bikin. Kesên alîkarî nadin jî
divê astengiya alîkariyê ji pêş kurdan rakin. Em bang li cemaweriyê û
raya gişti jî dikin û dixwazin ku her kes destê alîkariyê bide kurdan."
Navnîşana alîkariyê:
Heyva Sor "kurd@hotmail.com” navnîşana posta elektronîk û telefona hêjmar 0096352736778
ANF