26.12.2012
Serêkaniyê -
Heyva Sor a Kurd, piştî demek kurt li bajarê Serêkaniyê dest bi kar û
xebatên xwe kir, hejmarek ji welatiyan, piştî dîtina doktoran, derman li
wan hat belavkirin.
Doktorên girêdayî saziya Heyva Sor li gelek
taxên bajarê Serêkaniyê geriya bûn, derman ji nexweşan re nîvisandibûn,
piştre jî saziyê derman li wan belav kiribû.
Endamê Saziyê Dr.
Ciwan diyar kir ku ew li nava taxan digerin û bi aparloran bangî gel
dikin da ku werin û derman û tedawî werbigrin.
Dr. Ciwan di
axaftina xwe de bang li saziyên navnetewî û yên mafê mirovan dike da ku
li saziya wan xwedî derkeve û alîkariya wê bikin da ku ew jî karibe li
gel û koçberên herêmê xwedî derkeve.
22’yê berfanbarê Nivîsgeha
Ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê damezrandina xwe
ragihand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şer û pevçûnên
dijwar ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hene, pêwîstiyên gel ên
mirovahî zêdetir bûne û bi bîr xist ku bi deh hezaran mirov koçber bûne,
wêranî û talanî li seranserê welêt beva bûye.
Di daxuyaniyê de
hate destnîşankirin ku li ser welat embargoyeke dijwar heye û wiha hat
gotin: "Derman nemane. Bi taybetî dermanên nexweşiyên giratn, hemû
hewcedariyên jiyanî bi biha bûne, gel nikare wana bikire. Kesek nikare
xwarina ku canê mirov dixwaze peyda bike. Metirsî heye ku nexweşiyên
cûda belav bibin û ev yek jî bi taybet bandorê li jiyana zarokan dikin.”
26.12.2012