Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Heyva Sor a Kurd li Rojava derman belav kir

28.12.2012
Amûdê - Saziya Alîkariyê Heyva Sora a Kurd ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkên gel hat avakirin, li gorî derfetên heyî hewil dide pêdiviyên welatiyan dabîn bike. Hevya Sor a Kurd li Amûdê li gel derman belav kir.

Komek ji doktor û xebatkarên tendurustiyê yên saziya Heyva Sor a Kurd li bajarê Amûdê çû serdana malbatên ku ji herêmên cûda koçberî Amûdê bûne kir û nexweşên wan kontrol kirin, herweha derman li nexweşan belav kirin.

Yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd Doktor Baran Hemê diyar kir ku ew ê xebatên xwe bê navber dewam bikin û bang li saziyên navneteweyî kir da ku destê alîkariyê dirêjî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Welatiyekî Kurd ê dewlemend ku nexwestiye navê wî were aşkerekirin, li navçeya Bilbilê ya Efrînê, 50 ton arvan diyarî saziya Heyva Sor a Kurd kir. Saziyê jî ew arvan li gel belav kir, her malbatek 25 kîlo arvan wergirt.

Rêveberê heyva sor a navçeya Bilbilê Mihemed Oso diyar kir, ku kesê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin 50 ton arvan daye saziya wan, wan jî li gora lîsteya navan li malbatan belav kiriye.

Mihemed Oso li ser navê saziyê malavahiya welatiyê Kurd kir û ji hemû kesên xwedî derfet xwest ku bi rêya saziya heva sor a Kurd li gel xwedî derkevin.



ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 325 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: