Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê ku bîroya xwe ya fermî li Amûdê vekir, serdana koçberên ku bajarên din koçberî Amûdê û Dirbêsiyê kirine kir û alîkariyên ji wanre pêşkêş kirin, nexweşên wan jî teşxîs kirin û derman li wan hate belav kirin.
Heyva Sor a Kurd ku navenda wê berya demekê li Amûdê hate vekirin, serlêdana koçberên ku li Amûdê û Dirbêsiyê bi cî bikin kirin û alîkariyî diyarî koçberan kirin. Bijîşkên Heyva Sor a Kurd li nexweşên di nava penaberan de bûn teşxîs kirin. her wiha derman li nexwşan belav kirin.
Endamê Heyva Sor a Kurd D. Mihemed Xêr Elî diyar kir ku ew wek Heyva Sor a Kurd van kesên ku di rewşa jiyanî ya zehmet de jiyan dikin ziyaret dikin û alîkariya wan dikin, her wiha Elî da zanîn ku gelek nexweşî di nav zarokên wan de belav dibin. Elî bal kişand ku Heyva Sor a Kurd derman li kesên ku pêdiviya wan pê heye belav kirin.
Her wia li Dirbêsiyê Endamê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Fatimê axavî û
got:''Em ji Qamişlo û Amûdê hatin heta ku em dermanên ku saziyên
mirovahî ji Başûrê Kurdistanê diyarî gelê Rojavayê Kurdistanê kirin. Me
hemû Dibistanên ku koçber têde bi cî bibûn ziyaret kirin û hewcedariyên
wan li gor imkanên di destê me de ji wan re pêşkêş kir''.