29.12.2012
Amed -
Li ser navê dîlên azadiyê yên ji doza PKK û PAJK’ê ku di girtîgehên
Kurdistan û Tirkiyeyê de tên girtin Denîz Kaya, der barê rewşa rojavayê
Kurdistanê û xwedîderketina gelê Rojava de daxuyanî da.
Kaya,
diyar kir ku gelê Rojava bi birçîbûn û pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi
rû ye û ev bang kir: "Em bang li hemû hêzên kurdistanî û dostên kurdan
dikin ku xwedî li gelê me yê Rojava derkevin. Divê bi awayekî lezgînî
dest bi kampanyayên alîkariyê bikin û alîkariyên hatine berhevkirin
demildest bişînin Rojava.” Kaya, bi bîr xist ku ji bo alîkaraya Rojava
wan ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî û hikûmetê re
nameyên vekirî şandine.
Kurdistaniyên li Rojava dijîn bi hêza xwe
ya parastinê hemû komên çete ji Rojava qewirandin û li bajarên Rojava
aramî pêk anîn. Hêzên dagirker ên ku nikaribûn bi çekdarî bi ser
bikevin, dest bi pêkanîna dermirovahî ya birçîbûnê kirin. Li aliyekî
deriyên sînorê Kurdistanê digirin, li aliyê din ji bo alîkariyê xebatên
xurt nayên meşandin.
Kaya, diyar kir ku Tirkiye dixwaze
kurdistaniyên Rojava ji cih û warên xwe koçber bikin û wiha hat gotin:
"Li bajarên Rojava ji hêla balafirên rejîma Sûriyeyê ve tên
bombebarankirin û ji aliyê din ve jî çeteyên xwefiroş ên Dewleta Tirk
êrîşî Rojava dikin. Gelê me yê Rojava li hemberî van êrîşan li ber xwe
didin û bi biryardarî gav bi gav şoreşê pêk tînin.”
Kaya bal
kişand ser ambargoya ku li ser Rojava tê meşandin û ev bang li hemû kesê
kir: "Gelê me yê Rojava bi pirsgirêkên wekî birçîbûn û tenduristiyê re
rû bi rû ne. Hemû deriyên sînor hatine girtin. Heke bi awayekî lezgînî
alîkarî ji gelê me yê Rojava re neçe, dê felaketên ku careke din
nikaribin dê telafî bikin re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê em bang li
hemû hêzên kurdistanî û dostên kurdan dikin ku bi awayekî lezgînî xwedî
li gelê me yê Rojava derkevin. Dest bi kampanyayên girseyî bikin û bi
lezgînî ji gelê me re bişînin.” Kaya bang li malbatan jî kir ku bi
awayekî çalak di nava kampanyayên alîkariyê de cih bigirin û tevli
xebatan bibin.
NAMEYÊN VEKIRÎ ŞANDIN
Kaya, anî ziman ku
wan ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta
Herêma Federal a Kurdistanê re nameyên vekirî şandine û wiha berdewam
kir: "Birêz Barzanî, Rojava jî perçeyek Kurdistanê ye. Gelê me yê Rojava
bi xwîn û canê xwe tevli têkoşîna Kurdistanê bûye û tu caran ji
fedakariyê nereviya ye. Niha Li Rojava şoreş pêk tê. Gelê me hêzên Baasê
ji ser axa xwe qewirandine û azad bûne. Birêz Barzanî, di demên şoreşê
de bêhtir hewceyî bi biratiyê heye. Niha dem dema nîşandana vê biratiyê
ye. Ambargoya ku ji hêla hikûmeta we ve tê meşandin ji holê rakin û
deriyên hatine girtin ji bo alîkariya însanî ji nû ve vekin. Birêz
Barzanî, em vê nameyê di zindanên Tirkiyeyê de ji we re dişînin û hêvî
dikin ku name bigihîje ber destên we. Êdî ev qîrîna gelê me yê Rojava
bibihîzin û tiştê ku dikeve ser milê we bikin.”
Her wiha hat
zanîn ku dîlên azadiyê ji bo gelê Rojava dest bi xebatê kirin e. Kaya
der barê xebatên ku dîlên azadiyê dane destpêkirin de jî ev tişt anî
ziman: "Ji bo gelê me yê Rojava ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 2 hezar TL.
ji Girtîgeha Tîpa Ma Midyadê jî hezar TL. pere hatine berhevkirin û ji
bo gelê me yê Rojava hatiye şandin. Bila ve yek baş were zanîn ku dê
dagirker winda bikin, biratî û azadî dê bi ser bikeve.” Kaya herî dawî
ji bo wefata Serokê Giştî yê KADEP’ê û parlamenterê Amedê Şerafettîn
Elçî xemgîniya xwe anî ziman. Kaya di serî de ji malbatê û gelê
Kurdistanê re sersaxî xwest.
ANF