25.12.2012
Serêkaniyê -
8'ê Mijdarê komên çekdar ên derbasî bajarê Serêkaniya Rojavayê
Kurdistanê bûn, gelek avahiyên sivîl û xaniyên welatiyan talan û wêran
kirin. Şêniyên bajêr li hemberî vê, kampanya paqijkirinê dan destpêkirin
û bang li hemû welatiyan hate kirin da ku kolanên xwe ji bermahiyên
gemarê paqij bikin.
Komên çekdar yên 8'ê Mijdarê
derbasî bajarê Serêkaniyê bûn, ji hilweşandina rêjîmê zêdetir mal û
milkên gel talan kirin. Bi taybet taxên ku ketin destê van koman, bi
temamî wêran bûn. Gelê bajêr li hemberî vê yekê dest bi kampanyaya
paqijiyê kir.
Ev komên çekdar ên bêyi ku cudabûne bixin navbera
welatî û hêzên rêjîmê, çi ket ber destê wan talan kirin. Berovajî van
komên çekdar, taxên ku di bin kontrola YPG de bûn, bi temamî hatin
parastin. Dîmenên ku piştî rawestandina şer derketin holê jî, vê rastiyê
radixin ber çavan.
Avahiya Sendîkaya Cotkaran li Serêkaniyê, di
rojên yekemîn yên destwerdanê da ketibû bin destê komên çekdar. Lê paşê
ev avahiya ku gelek tapo û belgeyên mal û milkê cotkaran tê debû, ji
aliyê Yekîneyên Parastina Gel ve hat rizgarkirin. Ji wê rojê ve, tevî
hemû êrîşên komên çekdar jî, ew avahî hat parastin..
Herî dawî
piştî ku şer rawestiya, cotkarên herêmê serî li hêzên YPG dan û daxwaza
tapo û belgeyên xwe kirin. Di encama serlêdanê de, hemû belge radestî
xwediyên wan hatin kirin. Cotkaran ji ber dilsoziya wan, malavahiya
hêzên YPG kirin.
Di vê navberê de piştî rawestandina şer, xelkê
bajarê Serêkaniyê hewl didin birînên xwe derman bikin. Bi dehan ciwan û
welatiyên Serêkaniyê ji bo bajarê xwe ji bermanhiyên şer paqij bikin
daketin kolanan. Şêniyên taxa Xeraba yên kampanya paqijkirinê dan
destpêkirin, bang li hemû welatiyan kirin da ku kolanên xwe ji
bermahiyên gemarê paqij bikin.
ANF