Mehschede - Li
bajarê Almanyayê Mehschede dawiya heftiya borî 8 tîmên futbolê weke her
sal dîsa tûrnovayek li darxistin. Turnova ji bo şehîdên Kurdistanê her
salê li bajarekî cuda tê hat lidarxistin û îsal li Meschede ev tîmên
futbolê beşdar bûn: FC Kurdistan, FC Roj 1, FC Roj 2, Serhatspor, FC
Mezopotamya 1, FC Mezopotamya 2 û du tîmên ku hê nebûne fermî. Piştî
hevrikiyan maça fînalê di navbera FC Kurdistan a bajarê Hagenê û FC Roj 1
ya bajrê Dortmundê de hat leyîstin û FC Kurdistan bi serket û kupayê
stand.