13.01.2013
Hewlêr
– Tora civakî ya Facebookê di sîstema xwe de çend merc ji bo bikaranînê
daniye. Gelek caran ji ber belavkirina wêneyê hinek serkirdeyên kurd,
Facebook rûpelê beşdarvanan bloke dike yan jî wêne reş dike.
Yek
ji bikarhênerên Facebookê ku wêneyê damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz ku
şeva çarşema borî li Parîsê ji aliyê kes an jî çend kesan ve hatin
kuştin, li ser profîla xwe danîbû, got: "Piştî ku sê
jinên siyasetmedarên kurd li Fransa hatin kuştin, min jî wekî dilsoziyê
wêneyê Sakîne Cansiz li ser profîla xwe danî. Piştî çend saetan
Facebooka min hat girtin û dema min carekî din vekir, wêneyê Cansiz ne
li ser bû û hatibû rakirin.”
Berî
niha jî bi bihaneya ku wêne balê dikişînin ser şiddetê, desteya rêveber
a Facebookê beşdarvan ceza kirine. Wêne rakirine û ji bo demekê bloke
kirine. Herwiha nikarin wêne şîrove bikin û bi ecibînin. Rûpela bi navê
'Otekilerin Postasi' ya wekî toreke serbixwe ya nûçeyan kar dike û bi
hezaran şopdarên wê hene jî, rastî astengkirina Facebookê hat. Admîna
rûpelê ragihand ku sedema astengiyê, wêneyê mitînga duh a li Parîsê hate
lidarxistin bûye. Balkêş e ku bi taybetî jî wêne û vîdyoyên Partiya
Karkerên Kurdistanê (PKK) û Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan tên
astengikirin.
Rûdaw