26.12.2012
Li gor nûçeyek KNN Tv, Fraksyona Goran dilgiraniya xwe li rêgirîkirina
sînorên Herêma Kurdistanê bi rûyê Kurdên Rojava derdibire û daxwaz ji
serokatiya parlemanê dike ku ji budceya 2013'an de pare ji bo
hevkarîkirina koçberan terxan bike.
Fraksyona Goran di yadeştekê de îro arasteya serokatiya parlemana
Kurdistanê kiriye, ragihand ku, ew ji ber rêgirîkirina sînorên Herêma
Kurdistanê bi rûyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê dilgiranin û tu behane
nikare wê karî hevseng bike, ji bilî hevkarîkirina wan li gor şiyan û
vekirina sînor bi rûyê Rojava de.
Fraksyona Goran di wê yadeştê de daxwaz ji serokatiya parleman
Kurdistanê kir ku komîteya mafê mirov a parlemanê bo lêkolîna rewşa
Kurdên Rojava bê raspartin, û ji budceya sala 2013'an beşek ji wê
budceyê bo alîkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê bê terxan kirin.