22.12.2012
Hunermenda Kurd ya bi nav û deng Ayşe Şan di salvegera 16 ya mirina xwe
de, li Dîyarbekirê hat bîr anîn. Bernameya bîranînê li Navenda Çand û
Hunerê ya Dîcle û Firatê hat lidar xistin. Koma jinan ya navendê ji
stranên Ayşe Şanê konsertek biçûk da.
Kurtejîyana Ayşe Şan
Hunermenda nemir Ayşe Şan, di sala 1938’an de li Dîyarbekirê ji dayik bû.
Di wan salên ku Ayşe Şan xwest stranan bêje, civaka Kurdan nedihişt ku
jin weke zilaman derkevin ser dîkê û stranan bêjin. Lê, hunermenda
dengxweş di 18 salîya xwe de dikeve pey karê hunerê û stranbejîyê.
Ev hezkirin, di jîyana wê de bû egera gelek kul, keder û qedexeyan.
Ayşe Şan di sala 1978’an de jibo beşdarê bernama Radyo Bexda’yê bibe, çû
serdana Îraq û Başurê Kurdistanê. Li Bexda, Duhok, Kerkuk û li Hewlêrê
bi hunermendên wek M. Arifê Cizirî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tahsîn Teha,
Nesrîn Şervan, Tahir Tofîq, Resul Gerdî û Heyder Keçel re konsert dan.
Ayşe Şan di 18’ê meha Kanuna 1996’ân, li bajarê Îzmirê li xerîbîyê 58 salîya xwe de ji nav me bar kir û çû ber dilovanîya Xwedê.