12.01.2013
Girkê Legê -
Di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rejîma Sûriyeyê de li
Gundê Girê Zîro yê girêdayî Girkê Legê şer derket. Li gorî agahiyên
hatine bidestxistin, YPG’ê nêzî 200 leşkerên rejîmê dorpêç kirine.
Li
gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Zîro yê navçeya Girkê Legê
di navbera hêzên YPG’ê û artêşa rejîma Sûriyeyê de şerek çêbû. Pevçûna
dest pê kir heta niha berdewam dike. Derbarê şer de heta niha tu
daxuyaniyek nehatiye dayin, lê hat ragihandin ku derdora 200 leşkerên
rejîmê ji aliyê YPG’ê ve hatine dorpêçêkirin.
ANF