Lîstika şanoyê ya Teatra Avestayê ku Aydin Orak nivîsiye ya bi navê Daf, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê turneyê pêktîne.
21 berfanbarê ji Mêrdînê destpê dike, heya serê salê gera xwe ya li
Kurdistanê didomîne. 21 berfanbar di saet 15.30 Mêrdîn Zaningeha
Artuklu. 23 berfanbar di saet 19.00 li Qosera Mêrdînê Ana Çocuk Sağlığı
Salonu. 24 berfanbar di saet 19.00 li Şanogeha Bajarê Mezin A Amedê. 25
berfanbar di saet 19.00 li Nisêbîna Mêrdînê Navenda Çanda Mîtanî. 26
berfanbar di saet 19.00 li Batmanê Salona Yılmaz Güney . 29 berfanbar di
saet 19.00 li Bazîda Agirî Kutlu Aktaş Salonu. Daf, piştre li Patnosa
Agirî, Bazarcixa Qersê, Îdirê û Wanê wê derkeve pêşberî şanohezan.
Lîstika ku Aydin Orak, Remzi Pamukçu û Dîlan Guçer tê de rol digirin
cara yekemîn di 18. Mîhrîcana Şanoyê a Stenbolê de derket hember
temaşevanên mîhrîcanê û eleqeyek mezin dît. Piştre di sezona şanoyê a nû
de bi derheneriyek nû lîstik di 17. Mîhrîcana Navnetewî a Şanoyê A
Enqere derket ser sehnê.
Di lîstika Daf de bêwatetiya sînorên di navbera gelan de digire
dest. Heman gelê ku di navenda wî de sînor hatiye danîn û du leşkerên ku
wî sînorî diparêzin. Ew leşkerên ku dafan vedidin, her ku diçe ew
nizanin ku ew dafên di hişê wan de ye û li wan hatiye vedan. Lîstika ku
Aydin Orak nivîsiye, Murat Hasari mûzîk, Saît Kulen alîkarê derhêner,
Kubra Erîşîr kostum û dekor û Dîlan Guçer, Remzî Pamukçu û Aydin Orak
dilîzin.
16.12.2012