02.01.2013
Qamişlo - Îro
li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê 15 rêxistin, hevrêz û tevgerên
ciwananên girêdayî partiyên Kurd û yen serbixwe, dest bi çalakiya bi
navê "kombûna sed hezarî” kirin.
Li Qamişlo ji serê sibê ve bi
sedan ciwan berê xwe dan pêşiya Mizgefta Selman Farisî ya taxa Enteriyê
ku qada çalakiyê bû. Ciwanan dest bi amede kirina çadir, dik û
xemilandina qada çalakiyê bi alên kurdî kirin.
Paşê jî bi hezaran
kesî berê xwe dan qada mîtingê. Li qada mîtingê ciwanan li gel stranan
xelekên govendê gerandin. Herwiha pêşwaziya ciwanên ku ji deverên din ê
rojavayê Kurdistanê hatibûn çalakiyê, kirin.
Çiwanên Kurd ji bo 3
rojan çalakiya bi navê "kombûna sed hezarî” li bajarê Qamişlo dane
destpê kirin. Çalakiya ciwanan bi vê armancê tê li dar xistin; ''Desteya
bilind Kurd nûnerê mine, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza parastena
min a rewaye ta ku licneya parastinê ya girêdaye Desteya Bilind a Kurd e
ku YPG'ê têkeve pratîkê.
Di çalakiya ku wê 3roj wê bidome roja
înê wê kombûna mezin were li dar xistin. Armanca ciwanan bi kombûna sed
hezar kesî ye. Di bernameya çalakiyê de ji bilî axaftinên endamên
partiyên siyasî, komên çandî û helbestvan jî hene. Desteya Bilind a Kurd
jî wê di bernameyê de cihê xwe bigre.
ANF