Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Berdevkê Hikûmeta Herêmê: Vekirina sînor ne di destê me de ye

26.12.2012

Hewlêr  - Ji bo gotobêjkirina pirsa vekirina deriyekî sînor ê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de civînek navbera Desteya Bilind a Kurd (DBK) û komîteyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat lidarxistin. Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: "Vekirina sînor ne di destê me de ye.”

Duh (25.12.2012) li ser sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê  de Desteya Bilind a Kurd ligel komîteyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim derbarê civînê de ji Rûdawê re axivî. Mûslim wiha got: "Herdû komîteyên DBK û hikûmeta Herêmê li devereke sînorî civiyan, ji bo gotobêj kirina pirsa vekirina deriyekî sînorî yê ligel herêma Kurdistanê.”

Salih Mûslim li ser pirsa ‘Gelo dê hikûmeta federal a Iraqê razîbûna xwe li ser vekirina deriyê sînorî nîşan bide?’ wiha got: "Di dema civîna me ya ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de me ev mijar guftûgo kir û aliyê Iraqî jî soza alîkariyê da.”

Yên sînor diparêzin tenê 2 dolaran werdigrin

Çend aliyên rojavayê Kurdistanê PYD’ê bi wê yekê tometbar dikin ku bac û zerîbê li ser sînor ji welatiyan distînin. Di vê derbarê de hevserokê PYD’ê wiha got: "Ev propagenda ji bo xirakirina navê partiya me ye, me bac ji kesekî wernegirtiye. Kesên ku sînor diparêzin tenê ji xwe re dolarek an 2 dolaran werdigrin, ma qey naçin li mizgeftan ji xwe re nagerin.”

Agehdariya me ji rewşa mirovî ya li rojavayê Kurdistanê heye

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî jî derbarê civîna navbera DBK û komîteya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî. Dîzeyî bal kişande ser wê yekê ku ji bo hemahengiya  di navbera herdû aliyan de ew civîn hat lidarxistin; "Hikûmeta Herêmê nikare biryarê li ser vekirina deriyê sînorî yê ligel rojavayê Kurdistanê bide. Ji ber ku divê Hikûmeta Federal li ser razî be. Agehdariya me ji rewşa mirovî ya li rojavayê Kurdistanê heye, çi ji destê me bê emê ji bo xelkê xwe yên Rojava bikin.”

Sefîn Dîzeyî derbarê nûçeyên ku tê gotin sînorê navbera rojava û başûrê Kurdistanê girtiye wiha got: "Ev nûçe ne rast in. Ji sala 1991’an û heta niha tenê 15 kîlometre sînorê me digel rojava heye. Deverên din ên sînor girêdayî Hikûmeta Federalî ne û heta vê gavê tû deriyek fermî ligel rojavayê Kurdistanê tune ye.”




Bewertung: 0.0/0
Zähler: 294 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: