Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Artêşa Îranê 3 ciwanên Kurd kuştin

Bane - 10.02.2013
Li gor nûçeyek ajansa Firat Newsê, roja 6 Sibat`ê artêşa Êran`ê li herêma Şehabedîn ya Rojhelata Kurdistanê 3 ciwanên Kurd ku  karê bazirganiya sînor dikin li ser sînorê Herêma Kurdistan`ê kuştin.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, artêşa Êran`ê hêriş kiriye ser wan 3 ciwanên Kurd ku bazirganiya sînor dikin, û di hêrişê de 77 Hespên wan  barhilgir kuştine û dest danîne ser malên wan û piştre her 3 ciwanên Kurd yên bi navê (Rizgar Kemal yê 18 salî,  Husên Mihemed Çvşîn yê 16 salî û birayê wî yê mezin Hoşyar Mihemed Çavşîn yê 20 salî ) kuştine û ji kendalê ve avêtin xwarê.

Li gor zanyariyên gundiyan îro welatiyên wê deverê çûn herêma Şehabedîn û li termên wan geriyane û di encam de termên her sê ciwanên Kurd ji dolekê derxistin û birine bajarê Bane ya Rojhelata Kurdistanê.



ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 1028 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: