Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Alîkariyên ji bo Rojava hatine komkirin dê li ser Nisêbînê re bişînin

Platforma Piştevaniya bi Kurdistaniyên Sûriyeyê re aşkera kir ku, ew dê alîkariyên ku di çarçoveya kampanyayê de komkirine 8’ê Sibatê dê di Deriyê Sînor yê Nisêbînê de derbazî Rojava bikin.

Platforma Piştevaniya bi Kurdistaniyên Sûriyeyê ya ji gelek rêxistinên civakî yên sivîl û pêkhateyên Kurdan pêkhatî, têkildarî kampanya ji bo Rojava dane destpêkirin li avahiya Şaxa TMMOB ya Amedê civînek ya çapemeniyê pêkanî.

Nûnerên ÎHD, Egîtîm SEn, TUHAD-FED, KESK Û TTB tevlîbûn. Serokê TMMOB’ya Amedê Necatî Pîrînççîoglû da diyarkirin ku, wana ji bo kampanyayê sekretaryayê avakirine, ev sekreterya dê bi rêxistinên li herêmê û Tirkiyeyê re bikeve nava têkiliyê û alîkariyên komkirine dê 8’ê Sibatê li ser sînorê derî yê Nisêbînê re derbaz bikin. Pîrînççîoglû têkildarî kampanyayê banga hîstiyariyê kir.

Piştî Pîrînççîgolû Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker axivî  û da diyarkirin ku, gel li Sûriyeyê tekoşînê dide meşandin û pêwîste piştevaniyê bidin gelê wê derê. Teker aşkera kir ku, ew nêzîkatiya hikumeta AKP’ê ya li dijî Kurdên Rojava qebûl nakin û got: "Polîtîkaya deriyên sînor yên Tirkiyeyê ji gel re girtin û ji çeteyên ku êrîşî gel dikin vekirin nayê qebûlkirin. Daxwaza me ew ku derî ne jî komên çete ji gel re bê vekirin.”

Ji bo alîkariyên hatine komkirin di deriyê sînor de derbazî Sûriyeyê bikin destûrek fermî nehatiye girtin, hate hînbûn ku, Platformê balkişandiye ser vê û ji bo alîkariyan derbaz bikin di nava hewildanê de ne.


ANF

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 749 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: