02.01.2013
Salek din jî li dû me ma. Di sala 2012'an de jî bi sedan albûmên ên baş û
xirab ji 4 perçeyên Kurdistanê û ji Ewrûpayê tevlî arşîva mûzîka Kurdî
bûn.
Li bakûrê Kurdistanê, Ewrûpa û li perçeyên din ên Kurdistanê nêzî 200 albûmên Kurdî derketin.
Li
bakûrê Kurdistanê bi dehan albûmên Kurdî û dengên nû tevlî muzîka Kurdî
bûn. Di muzîka Kurdî de tiştê herî balkêş ev bû ku li gor salên berê
zêdetir albûmên bi terzên cuda ên wekî blues, cazz, rock û hwd.. pêşkeşî
muzîka Kurdî hate kirin.
Me jî wek HAWAR NET îsal jî li gor
krîter û pîvanên wek hejmara firotina albûman, populer bûn, hejmara
tiqandina stranan di platformên mûzîk gûhdarî kirinê û ser Youtubê,
hejmara daxistina albûman di platformên qanûnî û di forumên mûzîkê de,
balkişandina di medya û torên sosyal de, şîroveyên guhdarvanan, nûçe û
hevpevnînên ku li ser albûman derketine, rêjeya xwendina nûçeyên albuman
ên di HAWAR NET'ê de hatine weşandin, li gor rexneyên mûzîkzanan û li
gor encaman anketa ku di rûpela Facebookê ya HAWAR NET'ê de hatiye
pêkanîn 10 albûmên herî baş a mûzîka Kurdî a Kurmancî (bi taybetî
albumên ku li bakûrê Kurdistanê derketine) ên sala 2012'ê bijart. Me wek
pîvana sereke asta qelîteya mûzîkê esas girtin ku albûmên han di mûzîka
Kurdî deriyên nû vekirine.