Vietnam –
Berpirsên parzêvanên jîngehê yên Vietnamî ragihandin ku, wan cûrek ji
Masî û Beqan dîtine ku dikarin li bejahiyê xwe bixweşînin lê ji ber
nêçîrêvaniyê, man û ne mana wan ne bi ewleye.
Ji aliyekî din ve Sindoqa Navdewletî a Jîngehê got: Zanyaran 36 cûrên
zayendeyan li Vietnam`ê sala borî dîtine û 126 cûrên din jî di Rûbara El
Mîkong a Mezin de dîtine.
Rêxistina Karûbarên Parastina Jîngehê di beyannameyekê de aşkere kiriye
ku, cûrek ji masiyên El Silor ya bi navê El Kilarîs dîtine ku dikare li
bejahiyê xwe bixweşîne.