Kurd bûn hêza çareseriyê, li Rojava rengê xweseriyê diyar bû

25.12.2012

Navenda Nûçeyan - Li Sûriyeyê şoreşa gelan veguherî şerê mezheb û hêzên tarî. Lê li Rojavayê Kurdistanê li gel hemû planên qirêj jî, kurd li gel neteweyên din ên herêmê wekî hêza çareseriyê derketin holê. Di nava salek dawî de jî rêveberiyên bajaran bidest xistin û dest bi sîstema xwe ya alternatîf kirin. Rengê vê sîstema ku wekî "Xweseriya demokratîk” hate binavkirin jî her ku diçe diyar dibe. Êdî tu nikarin kurdan piştguh bikin, lewre nexwazin jî neçarî hevdîtinan dibin.

Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa Sûriyeyê re, gelek komên muxalefetê derketin holê. Lê kurdan ku dîrokek dirêj a têkoşîna wan heye û bedelên mezin dane, ne li aliyê rejîmê ne jî li aliyê muxalefetê sekinîn û wekî hêzek siyemîn û çareseriyê xwe binav kir. Kurdên ku heta niha hebûna wan jî nedihat qebulkirin, bi siyaseta xwe ya ku ji şer û pevçûnan dûr dixe û hêza xwe esas digire, roj bi roj pêş ketin. Hem ji şer dûr rawestiyan hem jî bi rêbazên aştiyane rêveberiyên bajarên xwe bidest xistin, her wiha dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin. Dîsa di warê yekîtiyê de jî pêngavên girîng avêtin û bi vê yekê re wekî hêzek derketin holê û hatin qebûlkirin. Lê her ku rêveberiyên xwe ava kirin û hinekî din nêzî azadiyê bûn, hewldanên dewlet û hêzên ku ji hebûna kurdan jî aciz in, wekî gayê êrîşî paçeyê sor dike, êrîşî nirxên kurdan kirin.

PLANÊN QIRÊJ

Piştî ku kurdan xeta xwe wekî "xeta siyemîn” aşkera kir, li aliyekê rejîm, li aliyekê muxalefetê û li aliyê din jî hêzên wekî Amerîkayê, Tirkiyê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ketin nava lîstikan û xwestin kurdan bikişînin nava şerê ku tu feydê wan tê de nîn e. Ji bo îradeyek dernekeve holê, destpêkê bi tehdîdan xwestin îradeyê bişikînin, piştre hewldanên raste rast mudaxelekirinê pêk anîn. Tirkiyeyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kirin. Di 2’yê cotmeha 2012’an de leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê gule barandin û di encamê de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn. Dîsa xwestin di nava kurdan de dijminahiyê derxînin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku partiya herî mezin a Rojava ye, wekî ku têkiliya wê bi rejîma Baasê re heye, hate nîşandan. Lê piştî ev plan biser neket, vê carê xwestin bi riya Artêşa Azad êrîşî nirx û destkeftiyên kurdan bikin. Bes hem aliyê kurd hem jî Artêşa Azad, bi daxuyaniyan diyar kirin ku ew li hemberî hev rêzdar in û alîkariya hev dikin. Piştî ku ev plan jî biser neket, van hêzên tarî hinek partî û derdorên kurd xistin dewreyê.

Di sala 2012’an de li tevahiya Sûriyeyê şerên dijwar û wêrankirin hebûn, lê li Rojavayê Kurdistanê, aramî serwer bû, loma xêrnexwazan xwe li vê yekê negirtin û raste rast dest bi êrîşan kirin. Êrîşan di 10’ê Adara 2012’an de li Taxa Şêxmeqsud a bajarê Helebê destpê kirin. Di vê êrîşê de gelek welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan.

LI DIJÎ ÊRÎŞAN ŞOREŞA ROJAVA

Kurdan li aliyekê li dijî êrîşan liberxwe dan û neketin nava şerê qirêj, li aliyê din jî pêdiviyên siyaseta xwe ya serbixwe bicîh anîn. Di vê çarçoveyê de di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya şoreşê ku paşerojek wê ya dehan salan heye, pêngavek din pêşve bir û rêveberiyên bajaran girtin destê xwe. Roja 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê gel hêzên rejîmê ji bajêr derxistin, piştî Kobanê li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Tiltemir rêveberiyên bajaran hatin bidestxistin. Her wiha li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Rakka û Hesekê jî li taxên ku piranî kurd lê dijîn, hêzên rejîmê hatin derxistin. Li bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo hêzên rejîmê hîn nehatine derxistin, lê ji bilî avahiyê fermî yên rejîmê, hemû bajar di destê gel de ye.

HÊZA PARASTINÊ HATE XURTKIRIN

Bi destxistina rêveberiyên bajaran re kurdan xeta parastinê jî xurt kir. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di 2004’an de dest bi xebatên wê hatibû kirin û di sala 2011’an de bi awayekî fermî hatibû îlankirin, lez da xebatên birêxistinkirinê. Li tevahiya sînorên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên YPG’ê hatin bicîhkirin û li dijî êrîşan jî destkeftiyên herêmê parastin.

DESTEYA BİLİND A KURD HATE AVAKIRIN

Kurd gav bi gav ber bi yekîtiyê ve diçûn, lê hêzên tarî jî ranewestiyan û xewstin di nava kurdan de dubendiyê çêbikin. Herwiha xwestin nîşan bidin ku tenê PYD li Rojava heye û partiyên din qebûl nake. Li ser van hewldanan, Di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku hêza herî mezin Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di navde ye û Meclîsa Netewî ya Kurdên Sûriyeyê ya ji 16 partiyan pêk de, di 11'ê Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê civînek hate lidarxistin. Di encama vê civînê de partiyên kurdan biryar girt ku hêzên xwe bikin yek. Herdu meclîsan hewldan û bûyerên ku li welat gengeşiyê zêde dikin mehkum kirin û di 24’ê Tîrmeha 2012’an de aşkera kirin ku wan Desteya Bilind a Kurd ava kiriye. Ev pêngav ji bo yekîtiya kurdan bû pêngavek gelekî girîng, lewre jî di 29’ê Tîrmehê de li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran kes daketin kolanan û Desteya Bilind wekî îradeya xwe qebûl kir. Desteya Bilind jî 3 komîteyên bi navê "Komîteya Dîplomasiyê”, "Komîteya Xizmetên Civakî” û "Komîteya Parastinê” ava kirin.

XWE DAN QEBÛLKIRIN

Kurdan bi avakirina Desteya Bilind re bersivek baş dan êrîşan û xwe bi hemû cîhanê dan qebûlkirin. Kurdên ku tune dihatin hesibandin êdî wekî hêzek esasî têne dîtin û tu hêzek heya wan li ber çavan negire, êdî nikare pêngavan bavêjin. Nexwasim Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban El Exder Îbrahîmî di serdana xwe ya Sûriyeyê de, daxwaza hevdîtinê kir û hevdîtin pêk anî. Her wiha li welatên Ewropa û gelek welatên din hatin vexwendin û siyaseta xwe dan nasîn.

RÊVEBERIYÊN XWESER HATIN AVAKIRIN

Li aliyê din li bajarên hatine bidestxistin, dest bi avakirina sîstema nû hate kirin. Siyaseta kurdan ku sîstema xwe wekî "xweseriya demokratîk” binav kir, di vê çarçoveyê de li bajar û gundan meclîsên gel ava kirin. Her wiha xebatên avakirin hemû lingên xweseriya demokratîk hatin destpêkirin. Heta niha li 10 bajarên Rojavayê Kurdistanê (Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir, Kobanê, Efrîn) û 3 bajarên Sûriyeyê (Heleb, Rakka û Hesekê) "Meclîsên Gel” hatine avakirin. Girêdayî van meclîsan jî li her taxekê "Malên Gel” û "melîsên taxan” hatin avakirin. Ji bo her çend gundan jî "Meclîsa Gel” hate avakirin. Piştî avakirina van meclîsan êdî gelên herêmê hemû pirsgirêkên xwe anîn van navendan.

NETEWEYÊN DIN JÎ TEMSÎLIYETA XWE DÎT

Gelên wekî Asurî, Suryanî, Ereb, Çeçen, Keldanî, Ermenî destpêkê bi guman nêzî vê sîstemê bûn, lê piştî ku pêşketin dîtin, wan jî cihê xwe di nav de girt û hatin temsîlkirin. Niha hem di nava hêzên parastinê, hem jî di nava xebatên meclîsan de ji van neteweyan jî gelek kes cîh digirin. Jixwe Meclîsa Gel a bajarê Tiltemirê ji aliyê hemû neteweyên bajêr ve hatiye avakirin û biryaran bihev re digirin.

SÎSTEMA ASAYÎŞA NAVA BAJARAN

Bi pêşketina sîstema xweseriyê re, li gorî pêdiviyan saziyên nû jî hatin avakirin, yek ji van jî aramiya nava bajaran bû. Di vê çarçoveyê de nêzî 4 meh beriya niha hêzên asayîşê hatin avakirin. Li gorî vê yekê jî ji Efrînê heta Dêrikê li her bajarekê yekîneyên asayîşê ku aramiya bajaran diparêzin hatin avakirin. Ji bo perwerdekirina wan jî akademî hatin vekirin û bênavber perwerde tên dayîn.

PERWERDE, ZIMAN Û ÇAND

Ji bo gel sîstema xweseriyê baş fêm bike û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike, xebatên perwerdehiyê hatin meşandin. Ji bo vê yekê jî akademiyên perwerdehiyê li gelek bajaran hatin vekirin û bênavber perwerde hate dayîn. Ev perwerde hîn jî didomin. Li aliyê din ji bo perwerdeya zimanê zikmakî jî, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate avakirin û dest bi perwerdeyan hate kirin. Di vê çarçoveyê de li tevahiya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 100 dibistanan hatin vekirin. Nêzî hezar mamoste hatin gihandin û bi hezaran zarok û welatî di perwerdeya zimanê zikmakî de hatin derbaskirin. Her wiha cara yekemîn li dibistanên fermî yên rejîmê dersên zimanê kurdî, bi zora gel hatin dayîn. Di warê çandê ku dîrokek dewlemend heye de jî, birêxistinek berbiçav derketiye holê. Li bajarên wekî Qamişlo, Dêrik, Amudê, Heleb, Efrîn û Kobanê navendê çand û hunerê hatine avakirin û di her beşên çandê de xebat tên meşandin.

KOMÎTEYÊN EDALET Û XIZMETÊ

Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên civakî, her wiha çareserkirin pirsgirêkên aborî û dadwerî komîte hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de ji bilî Komîteya Xizmetên Civakî ya Desteya Bilind, girêdayî her meclîsekê komîteyên xizmetê û sulhê hatine avakirin. Li dijî sîstema hiqûqê ya dewletê jî Komîteya Edaletê hatiye avakirin. Ev komîte jî li bajaran sîstema edaletê û exlaqê didin runiştandin. Êdî hemû gel pirsgirêkên xwe tîne cem van komîteyan. Herî dawiyê jî girêdayî Desteya Bilind Komîteya Sulh û Edaletê hate avakirin. Ev komîte jî wekî sîwaneya hemû komîteyên din ê edaletê ye.

JIN Û CIWAN

Yek ji lingên esasî yên sîstema xweseriya demokratîk jî xebatên jin û ciwanan in. Xebatên jinê di bin navê "Yekîtiya Star” de tên meşandin. Li her bajarekê meclîsên jinan hatine avakirin û di her mijarekê de xebatên xweser tên meşandin. Her wiha ji bilî birêxistinên xweser di her komîte û meclîsên giştî de jî temsîliyeta jinê esas tê girtin. Xebatên ciwanan jî dibin navê "Tevgera Ciwanên Şoreşger” de tên meşandin û li her bajarekê birêxistinkirinên xweser têne meşandin. Her wiha xebatên xwendekarên zanîngehan jî di bin navê "Federasyona Xwendekarên Welatparêz” tên meşandin.

ABORÎ Û TENDURISTÎ

Di rewşa niha de, ji ber ambargoyên tên meşandin, li herêmê pirsgirêkên aborî û tenduristî tên jiyandin. Bi taybetî pêdiviyên jiyanî yên wekî xwarin, vexwarin, sotemenî û dermanan pir kêm bûne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî, Dibin banê Desteya Bilind de komîte hatine avakirin. Li aliyê din ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê Komîteya Tenduristiyê hatiye avakirin û li tevahiya bajaran xwe birêxistin kiriye. Ji bo alîkariyên civakî û girtina alîkariyên ji derve tên jî Saziya Heyva Sor a Kurd hate avakirin.

ÇAPEMENÎ

Di nava salê de yek ji xebatên esasî yên li Rojavayê Kurdistanê hatin meşandin jî, xebatên çapemeniyê bûn. Belkî di têkoşîna 30 salan de xebatên wekî rojname û kovaran hatine meşandin, lê cara yekemîn bi awayekî sîstematîk xebatên çapemeniyê hatin meşandin. Di vê çarçoveyê de xebatên ajans, televîzyon, rojname, kovar, radyoyan hatin birêxistinkirin. Herî dawiyê li bajarên Qamişlo û Kobanê radyoyên herêmî hatin vekirin.

BER BI FERMÎBÛNÊ VE

Piştî van geşedan û pêşveçûnan siyaseda kurd, êdî sîstema xwe hîn pêşvetir dibe û fermî dike. Di vê çarçoveyê de, ji parastinê heta meclîsan û hemû saziyên din zagonên xwe amade dikin. Dîsa saziyên civakî û fikir û ramanê tên avakirin. Çav li rê ye ku di rojên pêş de di vî warî de pêngavên girîng bêne avêtin.

LÎSTOK Û ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DESTKEFTIYAN

Kurd li gel neteweyên din sîstema xwe ava dikin, lê li aliyê din, hewldanên hêzên serdest û tarî yên jî bênavber dom kirin. Piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd, li Hewlêrê hinek partiyên kurd ku di nava desteyê de jî cîh digirin, bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtinek pêk anîn. Dîsa belgeyek Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ku li dijî destkeftiyên kurdan hatiye amadekirin û tê xwestin PDK bê bibandorkirin, derket holê. Dîsa Serokê El Partî Evdilhekîm Beşar li paytexta Îngilîstanê Londonê bi rayedarên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî. Piştî demek kurt, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban ê Sûriyeyê El Exder Îbrahîmî xwest bi PYD’ê re hevdîtinê çêbike, lê rayedarên PYD’ê Desteya Bilind wekî îradeya xwe nîşan dan û hevdîtin pêk neanî. Lê hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd ku di Desteya Bilind de tê temsîlkirin, li gorî serê xwe çûn Şamê û bi Îbrahîmî re runiştin.

CIVÎNA VEŞARTÎ

Piştî vê yekê vê carê belgeyek veşartî di hinek weşanên çapemeniyê de hate weşandin û dihat gotin ku li Hewlêrê bi beşdariya rayedarên Tirkiye, Amerîka, Îsraîl û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek veşartî hatiye lidarxistin. Li gorî belgeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê planek hatibû amadekirin. Di vê çarçoveyê de dê li dijî PYD’ê xebat bihatana meşandin. Piştî vê civînê, li Rojavayê Kurdistanê hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd, li dijî PYD’ê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê kampanyayên reşkirinê dan destpêkirin. Bi vê mebestê li Kobanê meşek jî hate lidarxistin. Dîsa biryarên Desteya Bilind nehatin guhdarkirin.

BARZANÎ PÊŞÎ BANGA YEKÎTIYÊ KIR LÊ PIŞTRE BI XWE ÇÛ...

Piştî van aloziyan, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketin kolanan û îradeya xwe nîşan da. Desteya Bilind a Kurd civînek jî awarte li dar xist û rexne li Encumenî Niştimanî hate kirin û xwest helwesta xwe zelal bike. Dîsa Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê lihev civiyan û rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî jî di 4’ê sermawezê de bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku bibin yek û nebin amûrên dijminên xwe. Lê heman Barzanî piştî 3 rojan bi rayedarên 3 partiyên kurd ên Rojava, ango bi rayedarên El Partî, Yekîtî û Azadî çu paytexta Katarê Dewhayê û tevlî civîna Meclîsa Muxalefeta Sûriyeyê bûn. Di vê civîna ku li ser banga Amerîkayê pêk hat û tê xwestin konseyek demborî ya Sûriyeyê bê avakirin de, Barzanî û rayedarên van partiyan jî, xwestin li ser navê kurdan bikevin konseyê.

ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETE

Li aliyê din hêzên tarî bi riya komên çete raste rast êrîşî destkeftiyên kurdan kirin. Dihat plankirin ku herêma Efrîn û Kobanê dibin bandora Tirkiyê de û herêma Cizîrê jî dibin bandora Başûrê Kurdistanê de be. Lewre jî Tirkiyeyê her tim mijara avakirina herêma tampon anî rojevê. Lê bi ser neket. Di vê çarçoveyê de di 25 û 26’ê Cotmeha 2012’an de li bajarê Helebê êrîşî taxên kurdan hate kirin û zêdetirî 30 welatî hatin qetilkirin. Ji 27 heta 30’ê Cotmehê jî li bajarê Efrînê û gundên derdora wê komên çete yên piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin êrîşî kurdan kirin. Piştre derket holê ku di êrîşên li Heleb û Efrînê de jî tiliya Partiya Azadî heye. Her wiha rayedanên vê partiyê bi komên çekdar re axivîn û ew ji bo êrîşan sor kirin. Ji xwe rayedarên vê partiye li xwe mikur hatin û gotin ku têkiliya wan bi kome çete ya bi navê Selahaddîn Eyubî heye. Partiya Azadî Kurdî li Sûriyeyê ya Mustafa Cima û Partiya Yekîtî wekî mînakên van derdoran tên nîşandan. Rayedarên Artêşa Azad jî piştî van êrîşan îtîraf kirin ku hinek hêzan ew bi ser kurdan de ajotine.

SERÊKANIYÊ

Piştî ku li Efrînê biserneketin, plana duyemîn a ketina herêma Cizîrê hate destpêkirin. Di 2’yê îlonê de leşkerên tirk li ser Sînorê Dirbêsiyê gulebarandin û di encamê de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn. Lê esas Serêkaniyê hate hilbijartin. Di 20’ê îlonê de Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmud Walî Ebu Candîa li Serêkaniyê hate kuştin. Televîzyona El Erebiya jî îdîa kir ku Candî ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin. Di 8’ê Mijdarê de jî komên li Tirkiyê bicih bibûn û bi rehetî di sînor re derbas dibûn, derbasî Serêkaniyê bûn. Destpêkê xwe wekî dijberên rejîmê nîşan dan, lê di 19’ê Mijdarê de êrîşî kurdan kirin û dest bi talankirina bajar kirin. Balkêş ku rojek piştî civînek veşartî ya dihat gotin li Katarê hatiye lidarxistin, ev êrîş pêk hatin. Di van êrîşan de jî navê partiyên Azadî, El Partî û Yekîtî derbas bûn. Ji xwe di dema êrîşan de endamên van partiyan li bajarên Kobanê, Dirbêsiyê û Qamişlo di nava lîstikan de bûn û ji bo ku koç bikin gel ditirsandin. Lê gelên herêmê bi berxwedanek bêhempa ev lîstik vala derxistin û di 13’ê Kanûnê de komên çete neçar man ku peymanê îmze bikin û ji bajêr derkevin.

Kurdan jî, li bajarên Dirbêsiyê, Tiltemir, Amudê û Dêrikê bermahiyên rejîmê yên mabûn jî bi temamî derxistin û rê li ber lîstikên têne meşandin girtin. Di peymana bi komên çete re hatiye îmzekirin de jî, van koman bi awayekî fermî qebûl kirin ku herêmên kurdan herêmên azadkirî ne û tevlî van deran nabin.

HEWLDANÊN DERDORÊN KURD

Piştî ev plan vala derketin, Barzanî hemû partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) vexwendin Hewlêrê, piştre jî Desteya Bilind a Kurd vexwend. Di encama civînan de gelek biryar hatin girtin û Desteya Bilind wekî nûnera siyasî hate teyîdkirin. Lê 4 partiyên bi navê Azadî ku serokatiya wê Mistefa Oso dike û Azadî ku Serokatiya Mistefa Mistefa Cuma dike, El Partî ya ku Ebdilhekîm Beşar Serokatiya wê dike û Yekîtî ya ku Îsmaîl Hemê serokatiya wê dike bi rayedarên Başûr re civîyan û li dijî PYD û YPG’ê biryara avakirina hêzek leşkerî ya girêdayî Artêşa Azad girtin. Ev partî plan dikin ku komên çete bikin yek û bi alîkariya Artêşa Azad û rêveberiya Başûr hêzekê li dijî YPG’ê ava bikin û şerê wê bikin.

AMBARGOYA ABORÎ Û GIRTINA SÎNOR

Li aliyê din hêzên tarî bu bi riya siyasî biser neketin, hewl didin bi riya aborî îradeya herêmê bişikînin. Tirkiyê hemû sînor girtine. Komên çete hemû riyên diçin bajarên Sûriyeyê girtine û talanê dikin. Lewre tu kes nikare biçe bajarên wekî Heleb, Humusê. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku her carê behsa yekîtiyê dike jî, sînorê Rojava girtiye û li gel nerazîbûnan jî venake.

Dema mirov hemû daneya tîne ba hev, dibîne ku li gel hemû plan û lîstikan jî, li Rojavayê Kurdistanê hêzek çareseriyê ku ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin derketiye holê û sîstema xwe ya xweseriya demokratîk ava dike.



Dildar Aryen-ANF