
Şerê li Kurdistanê berdewam dike. Li Bakûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî û siyasî berdewam dikin. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên leşkerî û siyasî, Komkujiya Roboskiyê, meseleya destendana parlementeran, Rojavayê Kurdistanê nirxand.
Karayilan diyar kir ku armanca sereke ya berxwedana di zîndanan de ew bû pêvajoya çareseriya demokratîk bidin destpêkirin û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de nermbûnek çêbû. Karayilan ragihand ku ev pêvajo nehate nirxandin û got: "Li hemberî vê yekê Erdogan hemleyek pêş xist. Mijara destnedanê ku vê yekê da aliyekê û bi xwe re alozî anî. Jixwe ev mijara destnedanê zêde di rojevê de tune bû. Jixwe piştre jî dest bi operasyonên di bin navê KCK’ê de kir. Bi vî awayî pêvajoyê guhert.”
GER GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM BIKIRIBAN DÊ TIRKIYE BIKETIBA TENGASIYÊ
Karayilan bi bîr xist ku di dema greva birçîbûnê de gelek daxuyanî û şîroveyên "Greva birçîbûnê bi dawî bikin, bila Tirkiye zêdetir nekeve tengasiyê û li hemberî vêyekê bila dewlet û hukûmet pêngavan biavêje” hatin kirin. Karayilan destnîşan kir ku ger ev berxwedan zêdetir berdewam bikiriba, dê Tirkiye zêdetir biketiba tengasiyê û got: "Lê Rêber Apo aha di vê demê de bang kir û greva birçîbûnê rawestand. Ev fedekariyek a aliyê Kurdan e.”
Karayilan bal kişand ser operasyonên siyasî yên ku ji nû ve dest pê kirin û got: Gelek siyasetmedar û Kurdên ku xwedî li nasnameya xwe derdikevin her çendî tu sucên wan tune bin jî lê hatin girtin. Ev yek bi xwe diçe zora min, mirovên ku tevlî tu xebatên îllegal nebûne, di jiyana xwe de her tim xebatên huqûqî meşandine. "
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan got: "Armanca van operasyonan tunekirina siyaseta Kurdan e " û wiha domand: "Wê rojê min Serokê BDP’ya Mêrdînê ku tevlî bernameyek televîzyonê bibû kir. Digot: "Ez serokê heştemîn im, heft serokên beriya min di girtîgehê de ne’. Yanî kî 5-6 mehan serokatiya bajêr dike tê girtin”û daxuyand ku operasyonên siyasî tê wateya ku BDP’ê bi awayeke fiîlî ji holê rabikin û got: "Ev yek bêwijdanî û namerdî ye .
Karayilan got: "Dixwazin li şûna siyasetmedarên xwedî nasname û durist siyaseteke noker bi cih bikin. Lê gelê me xwedî li siyasetmedarên xwe derdikeve. Mînak li Êlihê ku yek ji cihên ku herî zêde lê girtin pêk tê ye, cihên yên tên girtin tê dagirtin.”
DIXWAZIN BENDEWARIYA HEVDÎTINÊ BIAFIRÎNIN, LÊ ENCAM LI HOLÊ YE
Karayilan aşkere kir ku gotûbêjên hevdîtin heye an na bi kêrî tiştekê nayên û got: "Ya girîng encam e. Niha êrîşek berdewam heye? Belê heye. Ev êrîş awayek ê şer e? Belê.” Karayilan da zanîn u dixwazin bendewariya ji bo hevdîtinan biafirînin, lê belê encam li holê ye” û got: " Lê dibe li vir an jî wir hevdîtin çêbûbin. Lê ya girîng encam . Mînak dibe hin hewldan hebin. Em nirxê didin van hewldanan. Lê ya girîng bersivek wan hebe. Divê hukûmet û dewleta AKP’ê biryara çareseriyê bide.”
Karayilan got: "Heta hebûna neteweyî ya gelê Kurd neyê qebûlkirin, pirsgirêka Kurd çareser nabe.ji ber ku xeleka çareseriyê ev e.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser gotûbêjên "empatiyê” û got: "Divê her kes vê rastiyê bibîne. Carna dibêjin "empatî”. Belê em empatî çêbikin. Çi karê te li vî welatî heye? Mirovên li vî welatî 10 hezar sal in dijîn. Hatine dagir kirine û ziman, dîrok qedexe kirine û bi darê zorê her roj bi zarokan sonda "Ez Tirk im, rast im, jêhatî me” didin xednin. Piştre jî qala demokrasiyê dikin. Piştre radibinû ji me re dibêjin "nijadperest.
Erdogan gelek ji gotina "Em siyaseta nasnameyê nakin” hez dike û her tim bi kar tîne. Çawa dikin? Tu polîtîkaya qirkirina gelekî esas digirî, bi zorê wana digirî û ji bo her tiştê dibêjî ‘miletê Tirk’ û ‘ejdadê min’. Piştre jî dibêjî min siyaseta nasnameyê nekiriye.” Karayilan got: "Li holê neteweya Kurd heye û mafên neteweyî yên Kurdan hene. Ger dewleta Tirk van mafên hebûna neteweyî qebûl bike, em jî di çarçoveya yekitiya Tirkiyeyê de ji bo çareseriyek di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de hene; Em her tim ji diyalogê re amade ne, lê divê ê ev bê qebûlkirin.”Karayilan bal kişand ser van xalên girîng:
"Problem jî ji vir dest pê dike. Ger îro li Îmraliyê hevdîtinên bi Rêbertiya me re encam nedane, xetimîne, di bingehê wê de ev heye; dewleta Tirk gelê Kurd qebûl nake, gelê Kurd weke îradeykê nabîne, mafên wan ên sereke nas nake. Evane mafên xwezayî yên gelê me ne.
Bingehek ya gotinên wan tune ye. Ji ber vê sedemê hinek kes bêyî ku di ferqê de bin û piraniya wan bi awayek zanabûn gotinên heqaretwarî dikin. Bi taybet di vê mijarê de di Erodgan de uslûbekî heqaretwarî, biçûk kirinê, neqebûlkirinê û yê bêhna desthilatdariyê jê tê her tim heye.
Tê zanîn, di rastiya xwe de sûcdarkirina Zerdeştiyê sûcdarkirineke li tevayî gelê Kurd hatiye kirin. Piştî ku Nimêjên Înê yên Sivîl destpêkirin bi vê boneyê anîn rojevê û eve ji hemû gelê Kurd re got. Lê belê beriya çend rojan Erdogan bi siyasetmedarên herêmê re civînek pêkanî, qasî ku derketiye çapemeniyê gotiye, "Min ji BDP’ê û yên dengê xwe didin BDP’ê re negotiye Zerdeştî, yên her roj li serê çiyayan ayîna Zerdeştiyê dikin hene (qaşo em dikin), min ji wan re got.
Ev berovajîkirineke, dereweke. Beriya her tiştî em tevgerekî hemdem, demokratîk û sekulerin. Em na rabin li çiya ayîna baweriyekî 2 hezar sal beriya niha bikin. Derdora Cemaetê ya ku dixwaze me di çavê rayagiştî ya Tirkiyeyê de xirab bide pêş, li dijî me antîpropagandayê pêşdixe, bi senaryoyên derew ku tu eleqeya xwe bi rastiyê re tuneyî gelek rêzefilm hene. Di be ku Erdogan di wir de dîtibe û pesartibe wan rêze filman û gelê Kurd hemû bi "Hûn Zerdeştî ne” sûcdar kiribe. Raste, yên ku dîrokê dixwînin dizanin ku beriya Îslamiyetê li ser vê erdnîgariyê Kurd jî di nav de Faris, Ecem û gelek gelên din jî Zerdeştî bûn. Lê ev beriya 1500 salan e. Niha jî civaka Kurd piraniya xwe Misilmane û bi baweriya xwe ve girêdayî ne. Niha radibe Kurdan bi Zerdeştiyê sûcdar dike, biçûk dixe, tune dihesibîne û evane polîtîkayên reş kirinê ne.
Niha Êzidîtî jî olek e. Li hember wê wisa ne, li hember Elewiyan wisa nêz dibe. Yanî di cewherê yekparêziyê de ne tenê ji bo gel e, di heman demê de ji bo ole jî. Yek ol û yek ziman.
ÊDÎ TEORIYÊN SEDSALA 19’AN DERBAZ BÛN DIVÊ TIRKIYE VÊ BIBÎNE
"Mînaka Tamîlan pir bi kar anîn û li gor xwe xwestin biceribînin. Lê belê li wan vegeriya. Mînak li gorî wan sala 2012 ji bo me bûye sala têkçûnê, tunebûnê û xwestin weke Tamîliyan vegerînin salekî komkujiyê. Planên wan wisa bûn. Bes tam berevajiyê wê sala 2012’an ji bo gêrîla bû sala pêngavê. Lê belê gêrîlayan bi textîkekî cûda mudaxeleyî pêvajoyê bû û hemû stratejiyên teknîkî, îstixbaratî, operasyonên noqteyî yên spartin agahî û hêzên taybet yên ku AKP’ê pêşdîtinî kiribûn serûbin bûn. Bi vê ve girêdayî gêrîlayan pêngava 2012’an pêşxist û hemû teorî û plansaziyên av û av çû, encam negirt. Sala 2012’an ji sala 1998’an ve bû sala herî zêde ku tekoşîna gêrîla ya li Kurdistanê pêş ket û pêk hat. Di rastiyê de wan dixwest weke Tamîliyan di komkujiyê re derbaz bikin û armanc dikirin ku serdest bibin. Bi vê armancê leşkerên bi pere rêxistinkirî hebû. Di pratîkê de ew bi temamî tesfiye bûn; êdî nikarin tiştekê bikin. Ji ber vê sedemê careke din neçarman ku hêzên taybet yên Serfermandarê Giştî bixin dewrê. Bi kurtahî ew polîtîka vala derketin û di rastiyê de ew bin ketin.
"Binketin lê hêj dest ji vê bernedane. Yanî em bêjin li hemberî plansaziyên wan yên "Em dê wana ji binî ve tune bikin, em dê wana ji binî ve bêhêz bikin” textîkên gêrîlayan yên spartin serdestiya erazî pêş ketin. Pêngava gêrîlayan zû dît belav bû û bêhtir gel himbêz kir. Niha radibin hevhimbêzkirina parlementeran dikin pirsgirêk, ji xwe gêrîla her roj gelê xwe himbêz dike. Lê belê ev zêde nekirin rojev. Bi kurtahî di vê pêvajoyê de mezinbûn û berfirehbûnek ya gêrîla çêbû. Ev zelal e. Niha jî nikarin vê veşêrin. Dibêjin "Ji derve alîkariyê digirin”; girêdayî Îran, Sûriye û konjonktûra li herêmê dikin. Evane hemû ya we ne. Em weke tevger hêj xwe dispêrîn hêza xwe bi xwe. Hemû dewletên li ser Kurdistanê desthilatin di astek diyar de ji me didin paş û tu kesê jî tu alîkarî nedaye me, tiştek wisan tune ye. Di be ku me ji pêşketinên herêmê bi awayekî sûd wergirti be. Atmosferekî rast heye, yanî rewşekî konjonkturele. Lê belê gotinên weke "vê dewletê, wê dewletê alîkarî daye, dispêre vê yan wê” rast nînin. Gêrîlayan li dijî şerê topyekun û tunekirinê yê dewleta Tirk pêngavekî berfireh yê xwe parastinê pêş xist. Di rastiyê de Şerê Gel yê Şoreşgerî şêweyek yê berxwedanê bû ku li ser vî tewereyî pêşket. Vê hemû textîkên wan bi giştî bê encam hişt.
"Niha jî dibêjin "çima wisa mezin bû”. Erê te konsept pêş xist, te şerê topyekun îlan kir. Li gorî vê jî gêrîla jî pêwîstî dît ku dozaja şerê bikontrol yê heya niha bi rê ve dibir hinekî din di astekî diyar de zêde bike û ez vê bêjim dibe ku hîn zêdetir jî bike. Ev dînamîka Gêrîlayê Azadiya Kurdistanê heye.
"Ji xwe li herêmê her kes çekdar dibe. NATO’yê jî çekên xwe anîne Tirkiyeyê û herêm her ku diçe ber bi şerekê ve diçe. Niha şerekî berdewam dike heye û ev şer di nava salê de bidawî nebû, ji bo pêvajoya pêşiya me gelek tişt hiştin. Her wiha tê dîtin ku dê di pêvajoya pêş me de şer hîn bêhtir belav bibe. Ji ber wê çendê hêzên parastina gelê Kurd jî pêwîstî pê dibînin ku hîn bêhtir çekdar bibin. Helbet em jî di çarçoveya pêşketinên li herêmê diqewimin, em neçarin ku xwe hîn baştir amade bikîn. Em pêwîstî bi vê yekê dibînîn. Min ev yek bi awayek pir jidil min got; "pirsgirêkên me yên cidî yên çekdarbûnê hene, em bi wan ve mijûl dibin.” Lê belê min got, "ger bi rastî dewleta Tirk biryar bide ku vê pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane çareser bike, em ji bo wê jî hene.” Ji xwe bê gûman em dê çekdar bibin. Tu kes evdal nîne. Kurd jî dê xwe biparêze, berxwe bide. Ger herêm careke din şekil digire, gelê Kurd jî dê cihê xwe di vê şekilgirtina nû de cihê xwe bigire. Tu kes nikare pêşiya vê bigire.”
DAHATÛYA GELÊ KURD
"Gelên herêmê bi perspektîfa neteweya demokratîk, bi sîstema konfederala demokratîk bi awayekî xweristî dikarin bi hev re di nava jiyaneke wekhev û azad de bijîn. Armanca me ya bingehîn ev e. Lê ku ber bi vê neyên, heke dagirkerî rê li vê bigire, wê demê kurd jî wê li çareya serê xwe bigerin. Herêma Rojhilatanavîn wê ji nû ve teşe bigire. Di vê teşebûna nû de gelê kurd jî helbet wê hewl bide ku ji xwe re cihekî bibîne.
Niha dewleta Tirk hem ji vê ditirse, diferihe û hem jî ti gavan jî navêje. Dibêje; ‘’li Başûr kurdan statû bi dest xistin, heke li Sûrî jî statûyekê bi dest bixin, vêca ez ê çi bikim.’’ ‘’Ez çi bikim’’ çi ye? Êdî teorîyên sedsala 19ê çûn. Êdî divê hûn konseptê biguherînin.”
TIRKIYE NAXWAZE KURD STATUYEKÊ BI DEST BIXIN
"Polîtîkaya sereke ya Tirkî ew e ku pêşî lê bigire ku gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê statûyeke makeqanûnî bi dest nexin.
Di demeke nêzîk de ji bilî PYD’yê 16 rêxistinên endamê Meclîsa Netewî ya Kurd vexwendibûn Enqereyê. Hatiye gotin; ‘’Em balafira dewletê dişînin, wekî mêvandar em we vedixwînin.’’ Ev pêwendî ji kû têt? A rast ez bawer nakim ku ew biçin.
Li Rojavayê Kurdistanê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku PYD jî tê de ye û Meclîsa Netewî a Kurdên Sûriyeyê ku gelek partiyên cihê tê de ne, hatine ba hev û Konseya Bilind a Kurd ava kirine. Lê Tirkiye ji bo ku vê pêkhatinê ji holê rake tişta jê te texsîr nake.”
ÊRÎŞÊN LI SER SERÊKANIYÊ
"Helbet. Mînak; Wezîrê Karê Derve yê Tirk ji van 16 rêxistinan re dibêje; ‘’Hûn PYD li derve bihêlin, em ê ji bo her cure mafî, heta ji bo mafê federasyonê jî alîkariyê bi we re bikin. Ji bo vê em ê giraniya xwe deynin. Tenê hûn PYDê li der bihêlin û bes.’’
DIXWAZIN KURD PEV BIÇIN
"Binerin, PYD li wir sed ji 60-70yê girseyê temsîl dike. Ev tê watê ye ku ji kurdaB re dibêjin; ‘’hûn pev biçin. Bi PYDê re bi hev biçin, em ê bibin paşmêrê we.’’Helbet ku ew bi PYDê re pev biçin wê mafek neyê bi dest xistin, ew derfet wê nemînin. Jixwe Sûrî parçeyê herî biçûk e, nexasim ku pevçûneke navxwyî çêbibe dev ji bidestxistina mafan berdin, a heyî jî wê ji dest biçe.
Ji hêla din ve jî her cure derfên leşkerî, ekonomîk, dide rêxistinên Ereb ên Sûrî û ji bo bikevin pêvajoya xwebirêvebirina kurdên Heleb, Efrîn, Serêkaniyê û bi ser wan de dişîne. Çeteyênên Serêkaniyê jixwe ji Tirkî hatin. Yanî dewletek belkî cara yekê ye ku bi awayekî hişkere piştgiriyê dide hin komên çekdar. Mînak paş-eniya êrîşkarên Serêkaniyê Tirkî ye.Ji wir tê, pev diçe, birîndar dibe, diweste, diçe wir vedihise, birîndarê xwe dibe wir. Yanî bi temamî paş-eniya wan Tirkiye ye.
TIRKIYE HUQÛQA NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE
Ev binpêkirin e. Lê ti kes zêde behsa vê nake, deşîfre nake. Beşek berfireh a medyaya tirk jixwe alîgir e, ew xwe kerr dikin. Beşê dî jî bi ya min ditirsin. Hûn dizanin, li Tirkiye li ser medyayê zext hene. Bi vî awayî jî, tiştên ku nayên xwestin, kes newêre binivîse, xêz bike, bibêje, bi vî awayî jî rastî ji raya giştî ya Tirkiye tê veşartin. Niha tiştên ku li Serêkaniyê diqewimin bi temamî projeya dewleta Tirk e û Tirkiye bi hişkerî piştgiriyê die. Balkêş e, li gel ku hêzên navnetewî lê dinerin jî, medyaya navneteî jî qet behs nae. Tiştekî wilo heye. AKP bi bihevdu sorkirina gelen û rijandina xwînê wê heya kû biçe?
GELO TIRKIYE DESTEKÊ DIDE EL QAÎDE YÊ?
"Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, bi El Qaîdeyê re lihevhatin kirine û li dijî kurdan in. Li dijî kurdan bi El Qaîdê û Selefiyan re lihevkirin pêk anîne. Ew bi xwe vê dibêjin, ew rêxistinên navborî bixwe dibêjin. Evqas jî nabe. Ev dijminatiya bi kurdan re ye. Ji bo vê bincil bikin jî heyina PYDê ya li Serêkaniyê dikine hêncet. Li wir tu taxeke dikî armanc û guleyan direşînî. Berên ku ji lûleyan dertên, her çawa be diçin PYDyiyan dibînin! Hişkere ye ku hedef civak e. Dewleta Tirk vê çawa dke? Lêdikole, li kû derê êleke dij-kurd hebe wan dibîne û wan vedixwînî Rihayê, senaryoya xwe pêk tîne, ew pêş dixe û piştre jî dibêje; ‘’ez li gel demokrasiyê me û li cem kurda me’’ Herî dawî Wezîrê Karê Derve got; ‘’ji bo me kurdên li wir ne talok ne’’ Ev kelevajî ne. Evqasî jî nabe. Dewleteke nehîte rêxistinên ku ji hêla wê ve hatine çekdar kirin bi ser bajarekî biçûk de dişîne ku tenê dixwaze rêveberiya xwe dipareze.
Divê hemû kurd vê bizanin: ev kirina dewleta Tirk dijminatiya li kurdan e. Wekî dî ti wateya vê nîne. Ev bi PYDê nikare were vegotin. Ma ramanên mirovan dixwînin? Çawa dizanin ku kî PYDyî ye û kî ne ji wan e? Li wir PYD tenê rêxistinek e, ji bilî PYDê gelek saziyên sivîl di Meclîsa Gel de cih digirin. Bi qutebirî tişta ku AKP li Rojavayê Kurdistanê dike bi rastî jî bîza mirov jê diçe. Şerê navxweyî û bihevşikendina kurdan ji xwe re wekî polîtîkayekê diyar kiriye. Divê li mirov li dijî vê derkeve. Herçiqasî dewleta Tirk li hemberî yekîtiya netewî pirsgirêkan derxîne û bibe asteng jî li Rojavayê Kurdistanê wê yekîtiya netewî pêk were. Loma ji gel ev daxwaz heye. Polîtîkayên dewleta tirk heya niha bi ser neketin. Li gel hemû kêferatên Davutoglu kurd yekîtiya xwe diparêzin. Di pêkhatina Sûriya Nû ya Demokratîk de kurd wê bibe serkêşê demokrasiyê û bi awayekî çalak rola xwe bi cih bîne. Dewleta Tirk nikare li pêşiya vê raweste. Loma civaka li wir gihaştiya hişmendiya netewî û xweyî hişmendiyeke demokratîk e. Ji bo vê jî li gorî min hemû polîtikayên bi vî rengî wê têk biçin. Û xuya kir ku hêzên li wir xweyî dînamîkeke berxwedêr in. Mînak di van pevçûnan de me dît ku di xweparastinê de pir hêzdar in.”
DIVÊ KURD JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ ÇI BIKIN?
Kêliya din me got, herêm di pêvajoyeke girîng re diçe. Di vê pêvajoya dîrokî ya girîng de yekîtiya netewiya kurd pir girîng e. Lê hemû kêferatên di vê derbarê de( bi taybetî jî tevgera me gellekî helw da) encameke berbiçav yan jî ji hêla fermîyetê ve encamek derneket. Em êdî vê dibêjin: Hekê di platformên fermî de nikaribin werin ba hev û biryaran bistînin jî- ku astenga herî mezin a li pêşiya vê dewletê herêmê ne, rewşa konjokturel e- hemû tevgerên kurd ên li parçeyên din divê di nav piştgirê ye de bin, divê polîtiya netewî û dîplomasiya netewî ji xwe re wekî armanc bigirin. Divê ziyanê nedin hev. Pêşî di nav kurdan de divê pevçûn nebin. Ev ê bibe şaşiyeke mezin a dîrokî. Divê kes vî tiştî neke. Lê ne tenê bi çekdarî divê herwiha ji hêla siyasî ve jî hewl nedin ku zirarê bidin hev. Bi vê wateyê divê konsensuseke netewî hebe. Em niha di vê hewldanê de ne. Hêvîdar im di vê mijarê de pêşkeftin çêbibin. Astek jixwe heye, ne weke berê ye. Helbet niha helwesteke diyar heye. Yanî beriya her tiştî li her parçeyî di civaka kurd de pêşkeftinek heye. Yanî di civaka kurd de êdî rêxistinên ku li gorî berjwendiya kurdan tevnegere wê hurmetê nebîne. Herkes vê dibîne. Yanî herçiqasî di qada ferrmî de nikaribin werin ba hev jî li ser berjwendiyên netewî divê polîtîka werin meşandin, hemû rêxistinên kurd divê pozîsyona xwe li gorî vê diyar bikin. Em niha li ser vê radiwestin.”